Rûxandina bi topan dest pê kir, bi kepçeyan didome
ŞIRNEX (DÎHA)- Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên li dijî berxwedanên xwerêveberiyê hatin îlankirin, 202 roj e didome. Piştî rûxandina ku bi meha bi tank û topan xwe da der, kepçeyên ku ketin taxan û dest bi rûxandinê kirin, ji sedî heftêyê bajêr tune kirine. Li gel domandina qedexeyê jî, vegera boyî bajêr didome û li gel rûxandinê welatî li ber malên xwe nobetê digirin.
Li Şirnexa ku di 10’ê Tebaxa 2015’an de xwerêveberî lê hat îlankirin û bi vê îlanê re êrîşên ku dest pê kirin, bêyî navber dewam kirin. Di 4’ê cotmehê de, bes ne ji bo Şirnexê, bo Botan û Kurdistanê sinyala şerekî nû hat dayîn. Li Taxa Dîcleyê li ber Bayindirlikê ciwanek ji lingê xwe hat birîndarkirin û pişt re hat înfazkirin. Piştî înfazkirinê diyar bû ku ew ciwan Haci Lokman Bîrlîk e, ku bedena wî ya bêgiyan li pêyî wesayîta zirxî hatibû girêdan û heta Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bi xwêr ve hatibû kişandin.
Êrîşên li dijî xwerêveberiyê hatin destpêkirin
Piştî vê wehşetê, êrîşên li dijî taxan bêrawestan domiyan. Li dijî qedexeyên li Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê, bertekên herî bi biryar li vî bajarî hatin dayîn. Li gel domandina qedexeya li Cizîrê, di çalakiyeke ji bo deng bidin Cizîrê de, du ciwan hatin qetilkirin. Piştî di 4’ê çileya 2016’an de li Taxa Dîcleyê 2 ciwan hatin qetilkirin, cenazeyên wan 8 rojan li Gerînendetiya Daristanan hat rawestandin. Bi rojan bi ser cenazeyên wan de berf bariya û di encama berxwedana gel de cenaze hatin wergirtin û definkirin.
Êrîş û berxwedana bi qedexeya ku dihat payîn dê bên destpêkirin
Ji rojan 14’ê adarê, li Şirnexê wê qedexeya ku dihat payîn dê bê destpêkirin, hat îlankirin. Ji ber dijwariya êrîşan, bi hezaran welatî ji neçarî koç kir û li hawirdora bajêr bi cih bûn. Li gel Qileban, Cizîr, Silopiyayê gelek welatî li bajaroka Dêrgulê, gundê Avgamasiya, Cifanê, Afatevlerê û gelek deverên din ya li cem xizmên xwe man yan jî li konan bi cih bûn. Nêzî 6 hezar malbat jî, bi awayekî ku dê malên xwe bibînin li quntarên Gabar û Cûdiyê bi branda û ji çiloyan kon ji xwe re çêkirin û bi cih bûn.
Li konan berxwedaneke bi mehan
Pêkûtî û çewsandinên dewletê, li konan jî dev ji welatiyan berneda. Gelek caran bi ser konan de dihat girtin û bi dehan kes dihatin girtin û binçavkirin.
Li gel hemû êrîşan jî, welatiyên ku xaka xwe neterikandin, ji aliyekî bi çavên xwe şahidaya bajarê xwe yî bi top û obusan dihat rûxandin dikirin û ji aliyekî jî şahidiya destana berxwedana YPS’yiyan yên ku hejmara wan pir hindik, lê navê xwe li dîroka berxwedanê nivîsandin kirin.
Şahidiya li berxwedanê
Her kesê ku digot, “Barîqat ne zexm in. 20 rojî jî di ber xwe nadin”, lê li pişt wan bi mehan berxwedan domiya û li gel şirnexiyan hemû dinya şahidiya wê kir.
Li Taxa Gundogdûyê ya ku pir pevçûn xwe lê nedidan der, welatiyên ku malên xwe neterikandibûn piştî dewlet şebekeya wan î avê teqand, bi mehan bêyî av man. Welatiyên ku ji bîrên hawirdorê av dikişandin, carinan jî ji ava baranê sûd werdigirtin.
Ji sedî 70’yê bajar rûxiya
Di 3’yê hezîranê de her çiqas walîtiyê daxuyand û got “Operasyon bi dawî bûne” jî, heta niha jî hêzên dewletê li bajêr qedexeya derketina derve ranekirine û ji wê dîrokê heta niha ji sedî 70’yê bajêr hatiye rûxandin.
Li gel domandina qedexeyê jî, di demên dawî de welatî vedigerin bajêr. Welatiyên ku mala wan ne li qadên hatine rûxandinin li malên xwe bi cih dibin, welatiyên ku malên wan li taxên ku tên rûxandinin, bi biroj li ber malên xwe nobetê digirin. Dema roj diçe ava jî, diçin malên xizmên xwe.
'Bênavber rûxandin didome’
Li navenda ku qedexe lê didome, li taxên wek Dîcle, Bahçelîevler, Îsmet Paşa, Cumhûriyet, Yeniyê rûxandin bênavber didome. Li taxên wek Gazîpaşa û Îsmet Paşayê hema bêje hemû mal û kargehên derbê giran xwarin, hat dîtin ku bi kepçeyan hatin rûxandin. Li Taxa Gazîpaşayê, mezinbûna rûxandinê ji Dibistana Seretayî ya Gazîpaşayê diyar dibe ku hemû avahî hatine rûxandin.
Li bajêr her çiqas niha tu pevçûn xwe nadan der jî, bi awayekî zêde dorpêçkirina polîsan heye û tim wesayîtên zirxî bi dewriyeyî digerin. Her wiha zarokên ku guh nadin qedexeyan û dadikevin kuçe û kolanan jî, dibin hedefa hêzên dewletê yên ku bi dewriyeyî digerin.
Her wiha li bajêr ev jî li ber çavan dikeve; wek bajarên xwerêveberiyê yên din hêzên dewletê li ser dîwarên avahiyên saxlem nivîsên nîjadpersetî nivîsandine.
(red)