Dayika leşker: Ez ê kurê xwe yî din neşînim leşkeriyê
ENQERE (DÎHA) - Dayika leşkerê ku bi hinceta têkiliya wî bi derbeyê re heye hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, bertekên xwe anî ziman wiha got: “Hûn dibêjin qey êdî gel ê bibêje dewlet ez im, milet ez im û dê biçe leşkeriyê? Na tiştekî wisa tune. Ji bo we êdî leşker meşker tune ye.”
Turkan Er, dayika leşkerê bi navê Tolga Er, ê ku bi hinceta têkiliya wî bi derbeyê re heye hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê û dawiyê hat îxraçkirin, li dijî vê bertek nîşan da û got dewlet bi vî awayî ew mexdûr kirine. Er, a ku xwest bi DÎHA dengê xwe bigihîne raya giştî, diyar kir ku ji bilî medyaya muxalif ew nikarin dengê xwe ragihînin û wiha got, “Heke tiştek bê serê kurê min, ne ji dewletê û ne jî ji TSK’yê kes nikare di deriyê min re gavekê jî biavêje.”
‘Waliyê Sêrtê xwedî li leşkerê xwe derneket’
Er anî ziman ku dema hewldana derbeyê pêk hat, Waliyê Sêrtê gotiye “Leşker jî, polîs jî yên min in” û got pişt re walî xwedî li leşkerên xwe derneketiye. Er, diyar kir ku walî li Sêrtê împaratorî ava kiriye û wiha got, “Dê çi bibe? Ez ê li wê derê împaratoriyê ava bikim, tu kes li wir min qontrol nake, li min nagere û napirse, helbet ez ê li gor dilê xwe tevbigerim. Walî jî li Sêrtê, bi tena serê xwe împaratoriyek ava kiriye.”
‘Heke tiştek bê serê kurê min dewlet nikare têkeve mala min’
Er, diyar kir ku berpirsiyarê tiştên ku hatine serê kurê wê dewlet û TSK ye û wiha axivî, “Dibe ku kurê min li girtîgehê ji qehran bimire. Heke kurê min ji qehran bimire, ne dewlet ne jî leşker, tu evdekî Xwedê nikare di deriyê min re gavekî biavêje û were mala min û cenazeyê kurê min bîne. Ez ê bi 8 gundiyên xwe re kurê xwe defin bikim, lê ji leşker û TSK’yê yek evdekî Xwedê jî nikare ji deriyê min têkeve hundir.”
‘Derûniya leşkeran nebaş e, derman bi kar tinin’
Er, ragihand ku ji leşkerên ku li gel kurê wê di girtîgehê de ne, 3 jê di warê derûniyî de bi awayekî zêde nerihet in û her wiha da zanîn ku 8 leşkeran jî hewl daye ku întihar bikin. Er, got rewşa leşkerên li girtîgehê di çapemeniyê de xwe nade der, lê bes ji hêla çapemeniya muxalif tenê dengê wan tê ragihandin û wiha got, “Çapemenî tiştên wisa naweşîne. Em ji malbatên wan dibihîzin. Me civîna çapemeniyê li dar xist, çima di tu qenalî de derneket.”
‘Ez sond dixwim ez ê kurê xwe yî din neşînim leşkeriyê’
Er got, ew dê tu carî tiştên ku jiyane ji bîr neke û dest nîşan kir ku ji niha û pêv, çi dibe bila bibe ew dê tu kurên xwe neşîne leşkeriyê. Er, wiha bertek nîşan da: “Kurekî min ê din jî heye. Leşkeriya bi bedêl bi 100 milyarî be jî, ez ê biçim bixebitim, lê ez ê kurê xwe neşînim leşkeriyê. Deh kurê min jî hebin ez ê yekî ji wan jî neşînim. Hûn niha dibêjin qey êdî gel ê bibêje dewlet ez im, milet ez im û dê biçe leşkeriyê? Na lo/lê. Em dê bi êşa xwe re bimînin, ne wisa?
Dema hûn bibînin bê leşker çawa digirîn, dê dilê we bişewite’
Er, têkildarî rewşa leşkerên li girtîgehê jî axivî û got, kûrekûra leşkera ye, digirîn. Er, wiha axivî: “Ew leşkerên wek şêra, lawînî ji hev ketine. Dema ku digirîn hûn wan bibînin, dê dilê we bişewite. Leşkerê tirk çawa bû ku ket vî halî. Cihê fediyê ye. Ez di wê qinyatê de me ku, berpirsiyarê vê Tayyîp e. Ne em, ne jî Xwedê dê wî efû nekin.”
(red)