'Me yek Zarok TV hebû, dewlet çi ji me dixwaze'
AMED (DÎHA) – Zarokan li dijî girtina Zarok TV’yê bertek nîşan dan û wiha gotin: “Dewletê got, ‘Zarok TV zarokan fêrî kurdî dike, em bigirin ji bo tirkî fêr bibin.’ Me yek Zarok Tv hebû ew jî girtin, dewlet çi ji me dixwaze? Dewlet ji zarokan tirsiya, dibêje tenê ez ê biaxivim.”
Di 28'ê îlonê de gelek tv û radyonên xwedî dengên cuda û muxalif hatin girtin. Ji vana qenalan yek jê jî qenala zarokan a bi kurdî, Zarok TV bû. Ev 3 roj e zarok li bendê ne ku qenala wan vebe û weke berê temaşeyî fîlmên kartonî bikin û bernameyên zarokan bikin. Zarokên Zarokîstanê, ku geleên wan bes temaşeyî Zarok TV’yê dikirin, li dijî girtina qenala wan nerzaîbûnên xwe nîşan dan û ev pirs kirin, “Çima Zarok TV hat girtin?”
'Dewlet çi ji me dixwaze'
Ronya Metîna 9 salî ku bi girtina Zarok TV’yê pir xemgîn û hêrs bûye wiha got: “Min ji kekenok û qîrînok pir hez dikir. Stranên min jî têde derdiketin“Dewlet got, ‘Zarok TV zarokan fêrî kurdî dike, em bigirin ji bo tirkî fêr bibin.’ Me yek Zarok Tv hebû ew jî girtin, dewlet çi ji me dixwaze?”
'Dewlet ji qirînokan tirsiya'
Zaroka bi navê Rêzan Tolan (9) jî da zanîn ku ew li ber Zarok TV’yê fêrî kurdî bûye û tê de klîbên wê û hevalên wê jî derdiketin. Tolan got, ew herî zêde ji qîrînokan hez dikir û ji ber dewlet ji qîqînokan tirsa Zarok TV girt.
'Ez fêrî kurdî dibûm'
Zaroka bi navê Sarya Aslan (9) jî dest nîşan kir ku ew jî ji Zarok TV’yê kurdî hîn dibû û ji ber girtina Zarok Tv’yê êdî ew tiştên ku nizane fêr nabe.
'Ji xwe dewlet ji kurdî hez nake'
Rodî Mihemed (9) jî da zanîn ku ew li ber Zarok TV’yê pir baş fêrî kurdî bûye, lê dewlet dest da ser Zarok TV’yê, ji berk u dixwazin kurdî qedexe bikin û wiha got, “Ji xwe dewlet ji kurdî hez nake."
'Ez naxwazim Zarok TV were girtin'
Dilovan Bîlir (8) jî diyar kir ku ew pir ji Zarok TV’yç hez dike, naxwaze were girtin û wiha axivî: “Zarok fêrî titan dikir. Di wê de morî derdiket, dîwar xêz dikir. Min gelek tişt jê fêr dibû. Dema dewlet tiştên kurdî diyar kir ku ew pir ji zarok TV hezdike, naxwaze were girtin u wiha pzde eu: "Zarok fzri tiztan dikir. Di wz de mori derdiket diwar xizdikir. Min gelek tizt jz ferdibu. Dema dewlet tiştên kurdî çêdike yê xwe nagire. Em yê wan nagirin. Lê ew yê me digire."
'Dewlet dibêje tenê ez ê biaxivim'
Zaroka bi navê Zerya Aydenîz (8) jî anî ziman ku ew ji ber girtina Zarok TV’yê pir xemgîn e û wiha axivî: "Dewlet dibêje em mezin in, dibêjin tenê em ê biaxivin. Ev neheqî ye. Çima tenê destûra fîlmên tirki dide. Dewlet tenê xwe dihizire. Hinek zarok benda derketina kilîbên xwe bûn, lê Zarok TV hat girtin."
(bî-ra/red)