DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelê Edeneyê: Divê daxwaza Ocalan a aştiyê pêk bê

 
1 Cotmeh
09:02 2016

EDENE(DÎHA) - Li qehwexaneyên Edeneyê, peyama Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, qeyûmên ji bo şaredariyên li Kurdistanê hatin tayînkirin û jidûrxistina hezaran kedkarên perwerdehiyê tên axaftin.

Li Edeneyê, li qehwexaneyên li taxên ku herî zêde kurd lê dijîn, kaosa ku Tirkiye pê re rû bi rû maye, peyama Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, qeyûmên bo şaredariyên li Kurdistanê hatin tayînkirin û jidûrxistina kar a bi hezaran mamsoteyî tên axaftin. Welatiyê bi navê Bedrî Bagdû diyar kir ku, tenê kurd ne li qehwexaneyan li her deverên ku tên gel hev neheqiyên ku Tirkiye dike û rewşa şerî ya ku nayê çareserkirin dixaivin û got, divê Tirkiye demildest bi navnîşana çareseriyê bi Ocalan re hevdîtinan pêk bîne.

Bagdû dest nîşan kir ku pêvajoya aşitiyê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi dawî bûye û wiha got, “Her ku em daxwaza aşitiyê dikin, hikûmeta AKP’ê şer dixwaze. Çima Tirkiye pozê xwe dixe her tiştî, li Rojava, li Iraqê çi karê wê heye. Ev ne bes in, îjar şaredariyên me desteser dike. Divê em wek gel li dijî vê qeyûmê û zilmê bisekinin û dengê xwe bilind bikin.”

'Li dijî hemû komkujiyan Ocalan, dibêje aşitî’

Bagdû bi bîr xist ku, dewleta Tirkiyeyê li jêrzemînan bi saxî kurd qetilkirin û wiha got: “Dîsa jî Serokatî dibêje ‘aşitî.’” Heke li cîhanê heq û huqûqa xweza û heywanan hebe û kesên vê diparêzin hebin, em bangî wan dikin bila li van heywanan û vê xwezayê xwedî derkevin.”

‘Erdogan hebûna kurdan înkar dike’

Welatiyê bi navê Mûstafa Ozbay jî diyar kir ku bi salan kurd hatin qetilkirin û di zinadanan de man û wiha got, “Lê tu carî me dev jî doza xwe berneda.” Ozbayê ku got, ew ji bo dozeke mafdar têdikoşin diyar kir ku yekîtiya kurdan girîng e û divê kurd êdî bi Erdoganî nexapin.

‘Xalibê şidetê tune ye’

Îdrîs Begîk jî diyar kir ku gelê kurd heta roja îro gelek bedêl dane û anî ziman ku mucadele bi şidetê bi ser nakve û dê ev şidet dawiya hikûmetê bîne. Begîk diyar ku peyama Ocalan zaf girîng e û wiha got, “Birêz Ocalan pêvajoyê dibîne. Heke wisa bidome dê welat veguhere gola xwînê. Li gel ewqas zulm û komkujiyan jî, gelê kurd tim doza aşitiyeke bi rûmet dike û dê ev daxwaza bidome.”

‘Em qet behsa tiştên baş nakin’

Welatiyê bi navê Vahdettîn Erdogan jî anî ziman ku dema ew û hevalên xwe rûdinên qet behsa tiştên qenc nakin û got, niha rojev tayîna qeyûma ye. Erdogan dest nîşan kir ku li dijî îradeya gel tayînkirina qeyûman polîtîkayeke çewt e û wiha axivî: “Heke guhertina hinkesan hewce be, divê ev ji aliyê gel bê kirin û ya bi edlate jî ev e. Heke kesekî/e ku dê ji kar bê girtin divê ew jî aliyê gel pêk bê.” Erdogan diyar kir ku jidûrxistina peywirê ya mamosteyan û tayînên qeyûmn operasyonên qirkirinên ne û wihaa got, “Bi şikandin û rijandinê, bi kuştin û binçvkirin tu encam nayê girtin. Divê rojek berî rojekê aşitî pêk bê.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN