DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rêxistinên elewiyan: Divê li dijî derbeya sivîl teslîmiyet tune be

 
1 Cotmeh
09:01 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – TV 10 a ku welatiyên elewî bi awayekî zêde temaşeyî wê dikirin jî di nav de 20 qenalên TV’yê û radyoyan hatin girtin. Li dijî rawestandin û girtina radyo û televîzyonan, nûnerên rêxistinên elewiyan bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku qenalên ku hatine girtin zimanê aşitiyê bi kar dianîn û gotin, divê tu kesim jî li dijî derbeya AKP û Erdoganî teslîm nebe.

Bi Biryarnameya di Hukmên Qanûna de ya ku piştî civîna Lijneya Ewleyiya Mîlî (MGK) hat derxistin re, derbareyê 20 qenalên televîzyon û radyoyan de biryara girtinê hat dayîn. Di nav van qenalan de TV 10 a ku herî zêde ji aliyê weltiyên elewî ve dihat temaşekirin jî heye. Têkildarî vê li Îzmîrê nûnerên rêxistinên elewiyan li dijî vê biryarê bertekên xwe nîşan dan. Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê (Î-DAD) Huseyîn Ozan diyar kir ku, girtina televîzyonan bi her awayî antî demokratîk e û pêşeroja gelan ber bi talûkeyekê ve dibe û got, zimanê televîzyonên ku hatin girtin, zimanê aşitiyê bû.

'Xwedî zimanekî ku piştevaniya çanda hevpar dikirin bûn’

Ozan diyar kir ku ew girtin û rawestandina weşana televîzyon û radyoyan şermezar dikin û wiha got, “Weşana wan xwedî xeteke ku piştevanya çanda jiyana hevpar a welatê me dikirin. Ev rewşa xwe da der, tê wateya ku dê şer dijwartir bibe û dê bêtir mirovên me bi hev bikevin. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikim û rast nabînin.”

'Girtina TV 10’ê êrîşeke li dijî elewiya ye’

Ozan balê kişand ser girtina TV 10’ê ya ku herî zêde welatiyên elewî temaşeyî wê dikirin û wiha axivî: “TV 10 dengê civakeke ku li vî welatî her kêmar tê dîtin û bi sedan salan rastî êrîşan tê ye. Televîzyoneke ku çanda xwe û dengê xwe jîndar dikir. Ji bo me televîzyoneke jiyanî bû. Em vê wek êrîşeke li dijî elewiyan dibînin.”

'Yên bo wî borazaniyê nekin, ji xwe re kiriye hedef û wek sonda tunekirina wan xwaribe’

Rêveberê Federasyona Elewiyên Bektaşî ya Îzmîrê Mûstafa Aslan jî got, FETO wek hincet nîşan da û bi vî awayî berê xwe da kesimên muxalif. Aslan girtina televîzyon û radyoyan li dijî çapemeniyê wek derbeyeke sivîl nirxand û wiha axvî: “Derbe kir bahane û bi vê re derbeyeke sivîl pêk anî. Divê li vir em li xwe vegerin. Mixabin di vê xalê de, me jî bi awayekî zexm hêzeke yekbûyî pêk neanî. Heke îro li dijî girtina TV 10’ê ya ku dengê kedkaran, çîna karker, elewiyan e û her wiha qenalên ku arasteyî mafên gelê kurd weşana xwe dikirin bêdengiyeke hebe, nexwe pirsgirêkek mezin heye. Divê li dijî van êrîş û zulman teslîmiyet tune be. Li gel her tiştî jî divê berxwedan hebe û divê em werin gel hev. Berkesê vê, Erdogan û tayfaya wî FETO’yê bo xwe kirine bahane û wek sond xwaribin ku kesên bo wî borazaniyê nekin, dê wan wek muaviye tune bike.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN