DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnamger: Bi reşkirinê dê rasti di tariyê de nemînin

 
1 Cotmeh
09:00 2016


AMED (DÎHA)
- Nûnerê televîzyona ÎMC’yê yê Amedê Farûk Balikçi bertek n nîaşnî reşkirina ekranên 12 televîzyonan da û got, kes nikare bi reşkirina televîzyonan rastiyan ji holê rake.

Di civîna Ewlehiya Mîlî (MGK) de, di çarçoveya pêkanîna Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de, der barê 12 TV û gelek radyoyan de, biryara girtinê hat dayîn. Di çarçoveya biryarê de weşanên televîzyonên wek Azadî TV, Jiyan TV, Van TV û Zarok TV’yê jî di nav de weşana 12 TV’yan hat rawestandin. Her ku diçe li dijî girtina van televîzyonan de nerazîbûn zêde dibin. Edîtorê Azadî TV’yê Gulê Çakmak bertek nîşanî rawestandina weşanên televîzyonan da û anî ziman ku Tirkiye di sala dawî de ber bi kaosê ve diçe û wiha got, ew wek Azadî TV’yê ji bo ragihandina rastiyan, geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê radigihînin. Çakmak da zanîn ku Azadî TV bi zimanê kurdî û tirkî weşanê dike û wiha axivî: “Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê hemû dengên muxalif û yên ku polîtîkayên li ser gelê kurd tên meşandin ragihandin hatin qutkirin. Herî dawî 12 televîyona û weşanên gelek radyoyan jî hatin rawestandin. Em li bendê bûn û neheeyirîn.”

‘Em ê karê xwe bidomînin’

Çakmak bal kişand êrîşên li ser çapemeniyê û kedkarên çapemeniya azad û wiha axivî: “Bêguman ev ne êrîşa yekem e. Ji berk u serdest divê ji xwe re qadekê ava bike, televîzyonên me jî, ji vê qadê re asteng bû. Ji ber vê yekê weşanên televîzyonan hat rawestandin. Dixwazin pêvajoyê wekî xwe ji raya giştî re ragihînin. Ji berk u me serî li ber wan netewand, weşanên me dan rawestandin. Em rojnamevan in, ragihandina rastiyan karê me ye û em ê vî karî bidomînin.”

Balikçi: Navê vê faşîzm e

Nûnerê televîzyona ÎMC’yê yê Amedê Farûk Balikçi ku bi sala ne li Kurdistanê rojnamevaniyê dike jî rawestandina weşanên 12 TV’yan bi gotina “Di dema faşîzma 12’ê Îlonê de jî weşanên ewqas televîzyonan nehatibûn rawestandin” nirxand û wiha axivî: “Ev jiholêrakirina rastiya ne û derbeya li dijî çand û çapemeniyê ye. Dewlet dixwaze dengê mafê mirovan, siyasetmedaran û saziyên sivîl qut bike. Em wekî rojnamevan agahiyên ji wan digirin bi raya giştî re parve dikin. Bes ev derbe ne li dijî rojnamevana e, di heman demê de li dijî civakê ye jî. Navê vê faşîzm e.”

‘Bi reşkirinê nikarin rastiyan bêdeng bikin’

Balikçi dest nîşan kir ku televîzyona ÎMC’yê li Rojava, Sûr, Şirnex û Cizîrê kiryarên dewletê bi raya giştî re parve kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ÎMC, kuştina sivîlan nîşan da. Sedema rawestandina weşana ÎMC’yê ragihandina rastiya ne. Qasî ji destê me bê em ê rastiyan ragihînin gel. Bi reşkirina televîzyonan nikarin rastiyan bêdeng bikin.”

(mo-ozp/bg/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN