DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li dijî Lozanê, Lozana Civakiyî

 
1 Cotmeh
08:59 2016

ENQERE (DÎHA) – Nîqaşa ku bi gotina Serokomar Erdogan a “Ne aşitiya Lozanê” dest pê kir, nirxandinên Ocalan ên ku berê têkildarî Lozanê kiribûn û di xwe de çareserî dihebandin bi bîr xist. Di dema Peymana Lozanê de bingeha komarê ji aliyê gelê kurd û tirk ve hatibû avêtin, lê piştî teza “Kurd û tirk bi awayekî wek hev dijîn”, li dijî kurda nêzîkatiya komarê veguherî înkar û bişavtineke hişk.


Vegotina dîroka fermî ya Tirkiyeyê ji damezrandina komarê heta niha tenê vê vegotinê qebûl dike; Peymana Sewrê wek teslîmiyet, Peymana
Lozanê jî wek nîşaneya serketin û aşitiyê. Peymana Lozanê ya ku kurdan înkar dike û pirsgirêka bi hezaran salî kûrtir dike, piştî wek serketinekê hat qebûlkirin,
nîqaş xwe dan der û ev nîqaş bi sala ne bi awayekî fermî qet nayên qebûlkirin. Her wiha nîqaşên Mûsil û Kerkûkê yên li dervayî sînorên “Mîsak-î Mîliyê” tên
girtin jî, hema bêje tên tunekirin û nayên hesibandin.

Nîqaşkirina Lozana rasteqîne

Piştî ku Serokomar Erdoganî bi gotinên xwe yî “Ne aşitiya Lozanê” nîqaş dan destpêkirin û giravên ku bo Yewnanîstanê hatin dayîn xist rojevê,
her çiqas bi vî awayî nîqaş ber bi çarçoveyeke nîjadperestî ve veguhast be jî, bi vê munasebetê ji aliyê dîrokî ve Lozana ku tiştên anîn Tirkiyeyê û jê birin jî
dubare xist rojevê. Di peymana ku sînorên Tirkiyeyê yên îroyîn tê de hatin xêzkirin de, yek ji wan nîqşên girîng jî rewşa gelan bû. Di vê mijarê de her
çiqas gelek dîrokzan, vê rewşa ku înkara kurdan teşkîl dike, bispêrên hin hevdîtinên wekîlên kurd û telgirafên ku şandine jî, lê hêzên navneteweyî rewşa
kurdan bo xwe kirin bazar. Bi taybetî jî îngîlîzan diyar kiribû ku, heke Mûsil û Kerkûk bo wan bê dayîn, ew dê beramberiya vê bi tu awayî mijara statuya
kurdan nexin rojevê û delegasyona tirk jî ev rewş û bazar qebûl kir.


Beriya peymanê sozê Xweseriyê, piştî peymanê înkar!

Pişt re înkareke hişk û tund xwe da der û di heman demê de ev înkar bi xwe re serîhildan û pevçûn dan der. Vê peymana ku dîroka fermî wê
wek peymana “serkeftinê” dibîne, pevçûneke sedsaliyî ya ku gelek tişt bi Tirkiyeyê dan windakirin gur kir. Bo nimûne,
Rojnamevan Taha Akyol ê ku bi nêzîkatiya xwe yî tezên dîroka fermî dizane, di gotara xwe yî 10’ê mijdara 2013’an a Rojnameya Yenî Şafakê de wiha dibêje: “Li
Lozanê mesela kurdî hat acaftin û nîqaşkirin. Tê de hatiye gotin ku ‘Kurd û tirk ji heman nîjadî ne.’ Piştî Peymana Lozanê hat îmzekirin, êdî ev di navbera
Tirkiye û Îngîltereyê de ne mijara nîqaşê ye. Piştî daxuyaniyê sînorê Iraqê jî bi awayekî vekirî hat hiştin. Li Lozanê Cûrzon got , ‘Ew dê li Bakurê Iraqê
xweseriyê bidin kurdan û li wir dibistanên kurdî vebikin.’ Îsmet Paşa jî dibêje, ‘Ji xwe li Tirkiyeyê kurd û tirk wek hev in, pêdiviya wan bi xweseriyê
tune ye.’ Di wê kêliyê de daxuyaniyeke Mûstafa Kemal a ecêb heye; ‘Li Tirkiyeyê li gor Makezagona 1921’ê xweseriya wîlayetan heye. Di çarçoveya vê xweseriyê de
kurd jî, li bajarên kul ê dijîn dikarin xwe bi rê ve bibin.’ Lê belê piştî Peymana Lozanê, têgeha netwebûnê ya tirk û kurdan tê terkkirin. Tenê tirk tê
kirpandin. “

Nirxandinên Ocalan ên arasteyî Lozanê

A rast Akyolê ku vê rastiya nîşan dike, Rêberê PKK’ê ABdûllah Ocalan bi sala ye tîne ziman û wê li dijî her du gelan wek komployekê dinirxîne. Ocalan tîne ziman ku, bi vê peymanê re tenê kurd nehatine perçekirin û bê statu nehatine hiştin, di heman demê de wek tarûmarkirina yekîtiya kurd-tirkan jî dest nîşan dike.

Ocalan di pirtûka xwe yî bi navê “Parastina Gelekî” de diyar dike ku, beramberiya înkarkirina kurdan, Tirkiye dev ji Mûsil û Kerkûkê berdaye. Ocalan vê rewşê wiha dinirxîne: “Kurd ne di baregeheke huqûqa netewî û ne jî di ya navnetewî de, wek gelekî esas nehatine girtin. Wateya huqûqa YE’yê ya ku bi israr biûda şexsî dispêre û li hember rastiya dîrokî, civakiyî xwe li nedîtiyê datîne, tê wateya ku pirsgirêkeke bi rêya huqûqî bê çareserkirin tune
ye. Ev feraset ji Peymana Lozanê heta niha didome. Beramberiya qebûlkirina Komara Tirkiyeyê ya bêyî kurdan, Mûsil û Kerkûk bo îngilîzan hatiye dayîn.” Her
wiha Ocalan tekane derketina rêya ji kaosê wiha nîşan dide; heke bi kurdên ku li Lozanê hatin înkarkirin re îtifaqek pêk bê,dê Tirkiye û Rojhila Navîn ji vê
kaosê rizgar bibe.


Ocalan di hevdîtina xwe 18’ê adara 2013’an a bi Heyeta Îmraliyê re jî wiha dibêje, “Piştî 1925’an perçekirina Mîsak-î Mîliyê di asasê xwe de perçekirina kurda ye. A rast ev felaket kurdan eleqedar dike. Mûsil-Kerkûk, bakurê Helebê filan û bêvan, ev hemû herêmên kurda ne. (…) Dema em dibêjin Konfederasyona Rojhilata Navîn, a rast em behsa ji nû ve jîndarbûyîna vê dikin. (…) Em naxwzin bi tu kesî re bibin dijmin. Ev yekîtî Tirkiye, Iraq, Sûriye û Lubnanê dihebîne. Anîna min a vê derê jî, hinekî ji ber vê ye. Min li ser navê teslîmkirina kurdan anîn vê derê. Piştî demekê Tirk-îslamî ji bo Fethûllah Gulenî teslîm bigirin wî şandin Pensîlvanyayê.”

Prof Dr. Ahmet Ozer jî, înkarkirin kurdan a li Lozanê dest nîşan kir û got, a rast li Lozanê bermaberiya înkarkirina kurdan Musûl bo îngîlîzan hat dayîn. Arasteyî nîqaşa ku Erdoganî da destpêkirin, Ozer bo DÎHA’yê axivî û wiha got, “Peymana Lozanê girêdayî ku meriv ji kîjan hêlê lê dinere. Dema hûn ji aliyê kurdan ve lê binêrin, Lozan wek peymaneke ku wan perçe kiriye tê dîtin. Ji aliyê kemalîstan ve wek
peymaneke ku bingeha dewletê hatiye avêtin tê dîtin.”

Ozer wiha nirxand:

"Li lozanê meseleya Mûsilê di rojevê de bû. Di dayîna Mûsilê de hin mebûs li ber xwe didan, koma duyem li ber xwe dida. Mûstafa Kemal hilbijartin nû kirin û
wekîlên ku dê vê tesdîq bikin anîn û pişt re Mûsil di meclîsê re derbas bû. Rêveberên wê yên beriya Îttîhad Terrakiyê çûn, li Qamûşanê bûn sedema mirina 90
hezar leşkerî. Almanan ji wan re got hûn ji rojhilat em ji ji vir biçin û em dê li Moskowê bigihên hev. Ulkuya Tûraniyî hebû, lê têk çûn. Di encama vê
têkçûyînê de îngîlîz, îtalyanî bo osmaniyan ketin nav hesabên parvekirinê. Di vê çerçoveyê de dagirkeriyek xwe da der. Heke Osmanî bi ser ketane dê ew bibûna
dagirker. Hetanî Viyanayê çûn, li wir çi akrê wan hebû. Heke Îttihad Terrakî bi ser ketana, dê nêviyê xaka Rûsyayê tevlî ya xwe bikiranan. Tirk li gel kurdan
gihaştin serkeftinê.”

Ozer diyar kir ku di dema Lozanê de hin wekîlên wek Hasan Hayrî, Yûsif Ziya yên ku yên li ser navê kurdan telgiraf şandin û gotin daxwazeke me tune ye dawiyê li Tirkiyeyê hatin dardakirin û got di vî warî de dema meriv dubare Lozanê bigire dest dê baştir be.

Pêşniyara Lozana Civakiyî

Her wiha di dema pêvajoya çareseriyê de ttêkildarî Lozanê pêşniyarên Ocalan hebûn. Berî pêvajo dest pê bike, dema Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn, ev pêşniyar kiribûn:

"Gelek hêlên Mûstafa Kemal ên demokratîk hene. Hêleke wî ya demokratîk jî, xweseriyeke berfireh ya bo kurdan bû. Li dijî îttihatçiyan têdikoşe. Ji bo îîtihatçiyan
digot ‘ez ê hemûyan dalqînim.’ Îttihatçî li dijî Mûstafa Kemal sûîqast pêk anîn. Îttîhatçî dixwestin komarê bi dîktatoriyeke faşîst bi rê ve bibin. Lê
feraseta îttihatçî bi ser ket. Mûstafa Kemal hat xenokiyê.

Mûstafa Kemalê ku di 1924’an de digot ez ê muxtariyetê bidim kurdan, çawa bû ku piştî 1925’an kurdan tasfiye dike! Divê ev baş bên zanîn. Mûstafa Kemal, Mûstafa Suphî wan kuşt, an îttihaçiyan?

Piştî ku min nexşeya rê daxuyand, divê pêvajoyên demokratîk bên avêtin. Ji bo çareseriya ku dê bi pêş bikeve ez dibêjim Lozana Civakiyî’. Lozana 2920’an, “Lozana netewî ye.” Bi vê Lozanê re, komar hat avakirin. Ev komara heta niha qet nebû omareke demokrat. Niha pêdiviya wê bi demokratbûyînê heye. Ji
ber vê ez dibêjim “Lozana Civakiyî.” Divê kurd bo Lozana Civakiyê xwe baş amade bikin. Dê kurd bi vê Lozana Civakiyî re pêşengiya demokratîkbûyînê bikin. Ji ber vê ye ku divê Kongreya Civaka Demokratîk her roj bixebite. Û divê Kongreya Kurdan jî demildest bê lidarxistin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN