Dewletê 13 gundên Licê û Hênê qedexe kir
AMED (DÎHA)- Dewletê li 13 gundên Licê û Hênê yên Amedê “qedexeya derketina derve” îlan kir.
Walîtiya Amedê ragihand ku dê li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê “operasyon” bên lidarxistin û ji ber vê li van gundan “qedexeya derketina derve” hat îlankirin. Di daxuyaniya ku li ser malpera walîtiyê hat dayîn de li gundên wek Çemê Elîka, Xiraba, Korxa, Marke, Xweylîn, Xanakelê, Dêrqam û Comelaş yên girêdayî Licê û gundên Nêrba Topalan, Şelê, Babex, Serd û Tewîl ên girêdayî Hênê îro saet di 05:00'an de heta fermana duyemîn “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.
(red/bg/mae)