ROJEVA 01'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Zarokan li dijî girtina Zarok TV’yê bertek nîşan dan û wiha gotin: “Dewlet got, ‘Zarok TV zarokan fêrî kurdî dike, em bigirin ji bo tirkî fêr bibin.’ Me yek Zarok Tv hebû ew jî girtin, dewlet çi ji me dixwaze? Dewlet ji zarokan tirsiya, dibêje tenê ez ê biaxivim.”
* Nîqaşa ku bi gotina Serokomar Erdogan a “Ne aşitiya Lozanê” dest pê kir, nirxandinên Ocalan ên ku berê têkildarî Lozanê kiribûn û di xwe de çareserî dihebandin bi bîr xist. Di dema Peymana Lozanê de bingeha komarê ji aliyê gelê kurd û tirk ve hatibû avêtin, lê piştî
teza “Kurd û tirk bi awayekî wek hev dijîn”, li dijî kurda nêzîkatiya komarê veguherî înkar û bişavtineke hişk.
* TV 10 a ku welatiyên elewî bi awayekî zêde temaşeyî wê dikirin jî di nav de 20 qenalên TV’yê û radyoyan hatin girtin. Li dijî rawestandin û girtina radyo û televîzyonan, nûnerên rêxistinên elewiyan bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku qenalên ku hatine girtin zimanê aşitiyê bi kar dianîn û gotin, divê tu kesim jî li dijî derbeya AKP û Erdoganî teslîm nebe.
* Li qehwexaneyên Edeneyê, peyama Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, qeyûmên ji bo şaredariyên li Kurdistanê hatin tayînkirin û jidûrxistina hezaran kedkarên perwerdehiyê tên axaftin.
*Li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, 5 girtiyên siyasî ji ber bi nîzama leşkerî jimarî nedan, ji aliyê 30-40 gardiyanî ve hatin derbkirin.
*Şaredarê AKP’î yê Navçeya Tuşba Fevzi Ozgokçe, berî hilbijartinê li gundê Bardakçi soza çêkirina rê da welatiyan. Lê 4 sal derbas bûn hêj rêya welatiyan çênekiriye. Welatiyan diyar kirin ku gotinên AKP'ê bûn toz û bertekên xwe anîn ziman.
* Nûnerê televîzyona ÎMC’yê yê Amedê Farûk Balikçi bertek n nîaşnî reşkirina ekranên 12 televîzyonan da û got, kes nikare bi reşkirina televîzyonan rastiyan ji holê rake.
* Dayika leşkerê ku bi hinceta têkiliya wî bi derbeyê re heye hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, bertekên xwe anî ziman wiha got: “Hûn dibêjin qey êdî gel ê bibêje dewlet ez im, milet ez im û dê biçe leşkeriyê? Na tiştekî wisa tune. Ji bo we êdî leşker meşker tune ye.”
* Piştî ku bi “derbe”yê re destnedayîna parlementerên HDP’ê hat betalkirin, ji ber ku di huqûqa hundirîn de, têkoşîna devjêberdana ji vê derbeyê xitimî serî li DMME’yê hat dayîn. Serlêdanên ku ji bo hemû parlementeran hatin amadekirin, duh bo DMME’yê hatin verêkirin.
* Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên li dijî berxwedanên xwerêveberiyê hatin îlankirin, 202 roj e didome. Piştî rûxandina ku bi meha bi tank û topan xwe da der, kepçeyên ku ketin taxan û dest bi rûxandinê kirin, ji sedî heftêyê bajêr tune kirine. Li gel domandina qedexeyê jî, vegera boyî bajêr didome û li gel rûxandinê welatî li ber malên xwe nobetê digirin.
* Qeyûmê deriyê depoya şaredariyê ya ku Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê, ku ji bo gelê Nisêbînê yê ji ber qedexeya derketina derve avahiyên wan hatibûn rûxandin berhev kiribûn û lê bi cih kiribûn, qefiland. Her wiha sazî, li gel hemû astengiyan jî alîkariyê dikin û digihînin gel.
* Xwendekarên hîndekara Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Eylem Çamûroglû ya ji ber belavoka aşitiyê îmze kir û peyman pê re nehat nûkirin gotin, ew ê têkoşîna mamosteya xwe ji cihê mayî dewr bigirin û bidomînin.
* Dayikên Şemiyê bi silogana "Faîl diyar in, winda li kune?" dê çalakiya xwe di hefteya 601'an de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12.00) BI DÎMENE
* Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê bi boneya balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 236'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (13.30) BI DÎMEN E
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê dê li Parka Zarokên Azad daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30) GÖRÜNTÜLÜ
* Platforma Şaxan a KESK'ê dê li ber Qada Galatasarayê têkildarî dûrxistina kedkarên perwerdehiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Platforma KESK'ê ya Wanê bi heman armancê dê li Parka Feqiyê Teyran jî daxuyaniyê bide. (13.00) BI DÎMEN E
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş Sumerbanka Berê ya Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 13.00 BI DÎMEN E
* Platforma ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li Kolana Yukselê bi nûnerên saziyên civakî re hevpar daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18:00)
* Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya zextên li ser kesên muxalif şermezar bike dê li Kolana Sakarya daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Amedê û Êlihê di hefteya 399’an de çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)
JIN
* Platforma Em dê qetilkirnia Jinan Rawestînin dê bi silogana "Em dest ji maf û azadiya xwe bernadin" dê li pêş konsolosiya Fransayê kom bibin û heta Qada Galatasarayê bimeşin. (19.00) BI DÎMEN E
* Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Herêma Çukurovayê bi tevlêbûna Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş û endama MYK'ê ya HDP'ê Fatma Kurtulan dê li avahiya HDP'ê ya Edeneyê civînê pêk bînin. (10.00-17.00)
ABORÎ
* Li gundê Qîlwan ê girêdayî Çinara Amedê, 38 malbat bi awayekî komunî ji bo ku çandiniya birinca Qerejdaxê bikin kom bûn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo çandiniya birincê bidome, ji bo gund gola avê çêkir. Welatiyên gund bi kedek mezin û komunê çandiniya birincê berdewam dikin.