DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Dê fikrên Ayşeyê her tim bijîn’

 
30 Îlon
18:52 2016

AMED (DîHA) – Endama YPS’ê Ayşe Kaçar, piştî 6 mehan li Amedê hat definkirin. Apê Kaçar, Nûrettîn Kaçar, diyar kir ku wan îro xatir ji bedena Ayşeyê xwest, lê dê fikrên wê her tim bijîn.

Endama YPS'ê Ayşe Kaçar (Zerya Amed) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 mehan li Amedê hat definkirin. Kaçar di 9’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû û li Silopiyayê li goristana bêkesan hatibû definkirin. Piştî testa DNA’yê cenazeyê, malbata Kayar cenazeyê keça xwe anîn Amedê. Di dema anînê de cenazeyê Kaçar li ser rêya Bismilê bi girseyî hat pêşwazî kirin.

Kaçar bi konvoyî anîn Goristana Yenî Koyê. Piştî wecîbeyên olî, jinan darbesta Kaçarê ya bi kesk û sor û zer hat xemilandin, li ser milan heta gorê veguhastin. Did ema veguhastina darbestê de gelek jinan wêneyê Kaçarê hilgirtin. Di dema hilgirtina wêneyan de gelek polîs pêşiya gel birîn û ji gel xwestin ku wêneyên Kayarê hilnegirin. Lê gel bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” bersiva polîsan dan.

'Em ê xwedî li xeyalên Ayşeyê derkevin’

Piştî cenazeyê Kaçarê hat definkirin, rêz hat girtin. Di merasîmê de Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku Ayşeyê alaya Sema û Zîlanan hilda û ew ê xwedî li xeyalên Ayşeyê derkevin.

'Me îro tenê bedena Ayşeyê spart axê, lê dê fikrên wê bi me re bijîn’

Apê Kaçar, Nûrettîn Kaçar, spasiya kesên ku beşdarî merasîmê bûne kir û wiha axivî: “Me îro bedena Ayşeyê spart axê, lê nayê wê wateyê wê fikrên wê jî binax dikin. Em xatir ji bedena wê dixwazin, lê dê fikr û ramanên wê bi me re bijîn. Şehîd namirin.”

Herî dawî dayika Kayar, li ser gora keça xwe tilîlî kişand û şekir belav kirin. Biraziyê wê jî bi keviran navê wê li ser gora wê nivîsand.

Piştî merasîmê girse berê xwe da mala şînê ya Temîra.

(bî-ra/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN