Ozgur Radyo dest bi Nobeta Azadiyê dike
STENBOL (DÎHA) – Ozgur Radyoya ku malpera wê hat girtin, ragihand ku ew dê dest bi Nobeta Azadiyê bikin.
Bi Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de (KHK), di pêla êrîşên dayî yên li dijî çapemenî û weşana kurdî û yên muxalîf de; ÎMC TV, Hayatin Sesî TV, Van TV, Jiyan TV û TV 10 jî di nav de weşana 12 televîzyonan û 11 radyoyan hat rawestandin û betalkirin. Ozgur Radyoya ku li gel ÎMC TV, Jiyan TV û TV 10’ê biryara girtina wê tune ye, malpera wê yî li ser înternetê hat astengkirin û sansurkirin. Her wiha avahiyên Denge TV, Zarok TV û Van TV’Yê jî hatin mohrkirin.
Ozgur Radyoya ku ji 1995’an vir ve gelek caran hatiye girtin, bi ser buroya wê de hatiye girtin, stûdyoya wê hatiye mohrkirin, kedkarên wê hatine binçavkirin û der barê rêveberên wê de cezayê girtîgehê hatiye dayîn, lê belê li dijî van heêû êrîşan weşana xwe kir. Ozgur Radyo li dijî vê êrîşa dawî biryar da ku ew dê dest bi nobetê bikin. Bi daxuyaniyeke nivîskî biryara xwe yî nobetgirtinê aşkere kirin.
(red)