DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Serwîsa xwendekaran qelibî: Kesek mir, 19 kes jî birîndar bûn

 
30 Îlon
17:57 2016

RIHA (DÎHA) – Ajokarê serwîsa dibistanê yê ku di navbera Sêwreg û kolikê de qeza kir jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de yek jê giran 19 xwendekar jî birîndar bûn.

Serwîsa dibistanê ya ji Sêwrega Rihayê ber bi Kolika Semsûrê ve xwendekar vediguhastin teqle avêt. Di qezayê de ajokarê serwîsê Paşa Devebakan jiyana xwe ji dest da, yek jê giran 19 xwendekar jî birîndar bûn.

Xwendekarên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN