DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Radyo Karacadag jî hat girtin

 
30 Îlon
17:16 2016

RIHA (DÎHA) - Radyo Karacadag a li Rihayê dengê welatiyên kurd, ereb û tirkan e jî hat girtin.

Radyo Karacadag a ku li Rihayê radyoya herî zêde tê guhdarkirin û 22 sal in weşanê dike hate girtin. Radyoya ku di 1994'an de hat vekirin û heta 2000'an weşana xwe berdewam kir, 3 salan bi biryara RTUK'ê ve hate girtin, ji 2000'an heta 2013'an jî bi navê Radyo Net weşana xwe berdewam kir. Gelek xebatkarên radyoyê hatin binçavkirin û girtin. Radyoya ku piştî 2013'an careke din bi navê Karacadag dest bi weşanê kir. Polîsên ku hatin radyoyê biryara girtinê nîşandan û tiştên li hundir tespît dikin.

Li radyoya ku bi kurmancî, dimilî, tirkî û erebî weşanê dike polîs hê jî tiştên li hundir tespît dikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN