DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm vê carê jî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir

 
30 Îlon
16:06 2016

ÊLIH (DÎHA) - Alîkarê walî yê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir.

Alîkarê walî yê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin piştî girtina xizmetên civakî û çandî yê şaredariyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir. Beşên ku girêdayî wir jî bi Midûriyeta Karên Alîkariya Civakî ve girêda. Midûra Polîtîkayên Jinê Civaknas Rana Şeker jî ji peywir hat girtin.

Qeyûmê Êlihê 4 Malên Gel ên ku xebatên çandî didan meşandin, Atolyeya Jinê ya Hêvî û Şanoya Bajar û orkestra girtibû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN