DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnamegeran peyama xurtikirina têkoşînê dan

 
30 Îlon
15:02 2016

AMED (DÎHA) - Cemiyeta Rojnamegerên Azad û xebatkarên televîzyonên ku hatin girtin bi daxuyaniyê li dijî girtina weşanan nerazîbûn nîşandan, girtina televîzyon û radyoyan wekî darbeya li dijî çapemeniyê bi navkirin û anîn ziman ku ku ew ê rojnamegeriyê bidomînin û têkoşînê xurtir bikin.

Bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamgerên Azad (CRA) boneya balê bikişîne ser girtina televîzyon û radyoyên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ku hatin girtin, bi beşdariya nûner û rêveberên televîzyonên wek Azadî TV, Jiyan TV, Zarok TV, Van TV, Denge TV, Hayatin Sesî TV, TV10 û gelek sazî û dezgehên din an hatin girtin û rastî astengiyan civîna çapemeniyê li darxist. Civîn li Salona Resepsiyonê ya Sûmer Parkê pêk hat. Rêveberên CRA, bi dehan rojnamevan, xebatkar û rêveberên telvîzyonên hatin girtin, rêveberên rêxistinên KCD, HDP û DBP ên Amedê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr amade bûn û piştgiriya xwe ji bo saziyên hatin girtin dan nîşandan.

Gelek endamên çapemeniyê jî eleqe nîşanî civînê dan û balkêş bû ku derdora Sûmer Parkê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin.

Di civînê de ewil Hevserokê CRA’yê Haki Boltan axivî û diyar kir ku êrîş û girtina li dijî televîzyon û radyoyan pêk hatiye darbeya li dijî çapemeniya azad e û got ku dê ev darbeya li dijî çapemeniyê wek deqek rûreşiyê di dîroka Tirkiyê de cih bigire.

‘Em ê ranewestin’

Piştî Boltan, Nûçegihana Van TV a Amedê Hulya Emeç jî axivî û girtina li dijî van televîzyonan êrîşa li dijî çand, ziman, nasname û nirxên gelê kurd nirxand û wiha got: “Tu kes nikare me bi van êrîşan rawestîne û em ê ranewestin. Em bi van êrîş û girtinan natirsin. Yên ku dibêjin wê çapemeniya kurd û xebatkarên wê bitirsin xwe dixapînin. Em ê qet netirsin û nivîsandina rastiyan bidomînin.”

‘Bi girtina Azadî TV dê bisernekevin’

Di civînê de Derhenerê Weşana Giştî yê Azadî TV Îrfan Uçar jî bertekên xwe li dijî êrîşên li ser çapemeniya azad û televîzyona xwe anî ziman û di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand êrîşên ser çapemeniyê û piştî hewldana darbeyê pêkanînên li dijî çapemeniya kurd pêk tên. Uçar anî ziman ku dê ev êrîş di dîroka Tirkiyê de wek şermê bê zanîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Kes nikare me asten bike. Her ku biçe em ê rojnamevaniyê bikin û rastiyan derxibin holê. Kes bi girtina Azadî TV û Zarok TV bi sernakeve.”

‘Bêtehamuliya li dijî kirmanckî ye’

Kordînatorê Weşana Jiyan TV ya ku bi kirmanckî weşanê dike Îbrahîm Aslan jî bilêv kir ku û êrîşa li dijî televîzyona wan û TV’iyên din bêtehamûliya li dijî zaravayên kurdî ne û got ku wan tenê weşana bi zimanê kirmanckî ya daxwaza mafê mirovan, demokrasiyê û wekheviya gelên demokratîk dikir. Aslan girtina Jiyan TV darbeya li dijî zimanê kirmanckî pênase kir û got ku kes nikare dengê gelan qut bike.

‘28’ê îlonê darbeya li dijî çapemeniyê ye’

Nûnerê Hayatin Sesî TV ê Amedê Cumhur Daş jî axivî û da zanîn ku êrîşa di 28’ê îlonê de li dijî çapemeniyê û TV’iyan pêk hat darbeya li dijî çapemeniyê û got ku ew ê weşangeriya dengê gelan, karkeran û kedê bidomînin.

‘Hemû kesî kirine hedefa xwe’

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî nêrînên xwe anî ziman û got ku ji ber van televîzyonan hemû rastiya herem û Rojhilata Navîn dianîn ziman û weşan dikirin hatin girtin û got ku wan jî wek ÎHD’ê ji van weşanan geşedanên diqewimîn ji van weşanan dibihîst. Bîlîcî bibîr xist ku beriya van pêkanînan û piştî îlankirina OHAL’ê hemû sazî, alî û saziyên çapemeniyê rastî êrîşan hatin û got ku mafê mirovan biserbikeve.

‘FETO çû niha jî RETO hat’

Herî dawî jî di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya azad anî ziman. Pîr di axaftina xwe destnîşan kir ku ew ê darbeya li dijî çapemeniyê qebûl nekin û wiha got: “FETO çû niha jî RETO hat.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

(kom/bg/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN