DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Li dijî zilmê bêdeng nemînin nebin zalim'

 
30 Îlon
14:09 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê di nimêja înê ya sivîl de peyama bi bêdengmayîna li dijî zilmê nebin zalim ahte dayîn.

Li mizgeftan ji ber ku propagandaya AKP'ê tê kirin bi pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) wekî her hefteyê vê hefte jî li Parkorman a navçeya Peyasê ya Amedê bi sedan kes hatin cem hev û nimêja înê ya sivîl kirin.

Beriya nimêjê ji DÎAYDERÊ Mele Mehmet Emînoglu bi kurdî xutbe xwend. Emînoglu anî ziman ku li hemberî zilmê bi bêdeng mayînê divê nebin zalim. Emînoglu bûyera ku di dîrokê de navbera Îmam Hasan û Muaviye derbas bûye vegot gotna Îmam Hasan a ku ji Muaviye re kiriye ya "mezinahî bi kuştina mirovan û wan ji cih û warên wan durxistinê, desteserkirina malên wan na, bi pêkanîna edalet û wekheviyê dibe" par ve kir.

Piştî xutbeyê bi sedan kesan nimêj kirin.

Li aliyê din polîsan dema nimêjê kesên nimêj kirin dorpêç kirin, dîmen û wêneyên wan kişandin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN