Zarokên girtî li dijî zilmê serî rakirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 2 roj berê îsyan derket. Derket holê ku ji ber 2 zarok di yek hucreyê de hatine girtin çalakî pêk anîne. Wekila HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, bang li saziya CPT û hemû mafên mirovan kir û xwest têkildarî rewşa girtîgehan lêkolîn bê kirin.
2 roj berê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê zarokên ku rastî binpêkirina mafên mirovan hatin çalakî pêk anîn û serî hildan. Di çalakiyê de zarokê 17 salî Cegerxwin Akdeniz (17) jiyana xwe ji dest da. Zarokekî din jî bi giranî birîndar bû. Têkildarî bûyerê heta niha rêveberiya girtîgehê tu daxuyanî nedaye. Parêzer û parazvanên mafên mirovan ku ji bo rastiya bûyerê lêkolîn bikin çûn girtîgehê. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, diyar kir ku 2 zarokên hatine girtin û di yek hucreyê de tên girtin, girtiyên siyasî ne û ji ber mafên wan hatiye binpêkirin çalakî pêk anîne. Birlik, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi darê zorê zarok xistine yek hucreyê û zarok ji hev cuda kirine. Bîrlîk, da zanîn ku tê gotin ku piştî jimartinê zarokan li pişt derî barîkat danîne û şewat derxistine û wiha got: "Lê em baş nizanin ku şewata li hucreyê çawa derketiye. Parêzeran bi zarokên din re hevdîtin pêk anî. Rewşa zarokên din baş e. Lê zarok di nava tirsek mezin de ne.
Bîrlîk, da zanîn ku dozgerê komarê û rayedarên girtîgehê şevê din civîn pêk anîn, lê der barê bûyerê de heta niha tu daxuyanî nedane. Birlik, destnîşan kir ku ger heta niha rayedaran daxuyanî nedabe berpirsiyarê bûyerê rayedarên girtîgehê ne.
Bi qedexeya bajar ve girêdayî ye
Bîrlîk, herî dawî destnîşan kir ku ev geşedanên li girtîgehê girêdayî qedexeya li ser bajar e û wiha got: "Ev pêkanînên li girtîgehê keyfî ne. Em dê bi wezareta dadê re hevdîtin bikin. Birlik, xwest komîsyona mafên mirovan a meclîsê kom bibe. Bîrlîk, bang li parazvanên mafên mirovan û heyeta CPT kir û xwest li girtîgehan lêkolîn bike û vê rastiyê ronî bike.
(mae)