DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gefa kuştinê li Hevşaredar Yilmaz xwarin

 
30 Îlon
13:11 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Xwediyê pirtûkxaneyê û Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ji bo di doza jinûve darizandinê ya pîrtûkxaneya Umutê de neaxive bi gefa kuştinê hat tehdîkirin. Yilmaz bertek nîşanî biryara jinûve darizandinê da û wiha got: “Nexwe biryara ewil de jî hiqûq tune bû. Dema hevkariya AKP û cemaatê bi dawî bû ev rewş derket holê. Divê hiqûqnas û raya giştî li hember vê dozê baldar bibin.”

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî Pirtûkxaneya Umutê ya Seferî Yilmaz di 9’ê Mijdara 2005’an de hat bombekirin û berbaz Alî Kaya, Ozcan İldeniz û îtirafkar Veysel Ateş hatin girtin parêzerên sûcdaran li ser îtirafên derbarê cemaatê yên Dozgerê Komarê yê Wanê Ferhat Sarikaya îtirazî dadgehê kirin. Îtiraza parêzeran sûcdaran a li ser Sarikayayê Fermandarê Artêşa wê demê Yaşar Buyukanit ê ji bo kesên girtî “Ez dinasim zarokên baş in” gotibû xistibû nav dozê ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat qebûlkirin. Dadgehê bi nirxandinek doza bombekirina pirtûkxaneyê careke din da destpêkirin û sûcdar dê careke din di serî de werin darizandin.

‘Dixwazin Buyukanit bixin nav dozê’

Xwediyê pirtûkxaneyê û di heman demê de Hevşaredarê Şemzînanê ye Seferî Yilmaz bertek nîşanî biryarê da. Yilmaz destnîşan kir ku doza Şemzînanê piştî operasyonên li dijî cemaetê careke din hatiye rojevê û bi zanebûn bi dozeke encam bûye re mijûl dibin. Yilmaz got ku yekemîn armanca vê biryarê careke din Fermandarê Artêşa Tirk ê wê demê Yaşar Buyukanit beşdarî dozê bikin e û wiha axivî: “Ji aliyê hiqûqê ve geşedanek nû û delîleke nû nîn e. Nexwe ji bo kesên di dozê de dihatin darizandin torpîl pêk hatibû. Ji bo van kesan cezaya 39 salî jî bi fikar e. Nexwe rêgezên hiqûqê pêk nehatin. Heke dê doz careke din bê dîtin û mihkeme jî li gorî nêzîkatiyên li dijî doza Ergenekonê û di bin bandora siyasî de tevnegere dê encamek cuda dernekeve.”

‘Piştî hevkarî qediya ev geşedan pêk hat’

Yilmaz destnîşan kir ku wê demê ji ber hevkariya cemaat û AKP’ê pirsgirêkek derneketibû lê piştî ev hevkarî qediya geşedanên bi vî awayî bi pêş ketin. Yilmaz gotinên serokwezîrê wê demê yên “Em ê heta dawiyê biçin ser vê dozê” bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Ji ber vê dozê hin guhertên qanÛnî jî pêk hatin. Lê niha ji ber ku ev nayê karên wan rewşeke wiha bi pêş ket.

‘Bi îtirafên Sarikaya gefên kuştinê li min xwarin’

Yilmaz ragihand ku piştî îtirafên Ferhat Sarikaya li ser hesavê “atmaca-atmaca” gefên mirinê li wî hatiye xwarin û ev tişt gotin: “Nêzîkê 2 hefte di ser van gefan de derbas bû. Di gefa xwe de digotin ku heke ez li ser dozê biaxivim dê min ceza bikin. Her wiha digotin têkiliya Ali Kaya jî vê dozê nîn e.”
Banga baldariyê li raya giştî û hiqûqnasan kir.

Yilmaz herî dawî bang li raya giştî û hiqûqnasan kir da ku ji bo vê dozê baldar bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya ku em lê derbas dibin gelek bê hiqûqî pêk tên. Ev doz ne tenê bi cezakirina du kesan bi sînor e. Dozeke girîng e. Divê her kes rastî cezaya heq dike were.”

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN