Li Dêrik û Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
ŞIRNEX/MÊRDÎN (DÎHA) - Li Dêrîkê welatiyên bi navê Ridvan Deng û Delîl Basûta, li Cizîrê jî xebatkarê şaredariyê Sabrî Adanûr hatin binçavkirin.
Li gundê Xirarê yê navçeya Dêrika Mêrdînê welatiyên bi navê Ridvan Deng û Delîl Basûta hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina herdu welatiyan nehat zanîn û hate hînbûn ku Deng û Basûta birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Li navçeya Cizîra Şirnexê jî xebatkarê şaredariyê Sabrî Adanûr dema ku li rawestgeha wesayîtan a şaredariyê bû ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hinceta binçavkirina Adanûr nehat hinbûn. Adanûr li Miduriyeta Polîsan navçeyê tê ragirtin.
Her wiha li gel Nûnerê ÎHD'ê yê Cizîrê Abdulkerîn Pûsat, Osman Oner, Remzî Oner, Metîn Mendes ku beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
(kom/no)