Bi biryara Walî li taxên kurd û elewiyan operasyon
ENQERE (DÎHA) - Beriya hewldana darbeya 15'ê Îlonê taxên kurdên elewî yên Enqereyê bûn hedefa êrîşên nijadperestan. Li Taxa Tuzluçayirê şevê din dîsa bi biryara Walî operasyon hat lidarxistin.
Şeva beriya hewldana darbkeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê taxên kurdên elewî gelek caran rastî êrîşên dewletê hatin. Kurdên elewî yên taxa Tuzluçayir şevê din dîsa bi biryara Walî rastî operasyonê hatin. Bi biryara walî ya "Operasyona Aramiyê" polîsan li taxê lêgerîn kir û nasname kontrol kirin. Polîsên bi ser taxê de girtin, çek li welatiyan kişandin û gef li welatiyan xwar. Gelek welatî li erdê dirêj kir û li ser wan lêgerîn kirin. Gelek malên elewiyên kurd wekî malên Mereşê hatin nîşankirin.
(mae)