DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Goregenlî: Ji bilî aşitiyê tu rê tune ye

 
30 Îlon
09:14 2016

MÊRSÎN (DÎHA) – Prof. Dr. Melek Goregenlî diyar kir ku li gel her tiştî jî divê her kes bibeje “Vî şerî rawestînin” û wiha got, “Mirov li kuderê dibe bila be, divê zimanê aşitî û daxwaza aşitiyê bîne ziman. Wekî din tu rêyeke wê tune ye.”

Ji akademîsyenên ku belavoka “Em dê nebin hevparê vî sûcî” îmzekirin Hîndekara Beşa Psîkolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Melek Goregenlî, şerê ku her diçe li Tirkiyeyê zêde dibe nirxand. Goregenlî diyar kir ku bi taybetî di serdemên şer û pevçûnan de pêşdarazî û ciyawazîbûn derdikeve pileya herî jorîn. Gorengeliya ku dest nîşan kir, pêşdarazî xwe naspêrin tu tecrûbe û agahiyan wiha got, “Bi temamî binî wan vala, ne xwedî tu tecrûbe û xwe naspêrin tu agahiyê jî. Mixabin di jiyana rojane de ev li me hemûyan peyda dibe. Lê belê, dema ciyawazîbûn tê meydanê jî, vê carê pergala pêşdaraziyê ya navbera koman tê nîşan dan. Pêşdarazî ne tiştekî ku em li hemberî kesan hîs bikin. Kesek ji ber zayend, nîjad, ola xwe rastî vana tê. Yanî ji ber nasnameya komî em bi pêşdaraziyî nêz dibin. Her wiha pêşdarazî têgeha ewilîn a ciyawazîbûnê ye jî. Gava ewilîn a ciyawazîbûnê ye.”

'Serketiyê şer tune ye’

Gorengeliya ku got, “Li gel her tiştî jî, ji bo aşitî pêk bê, divê em karibin bibêjin dev ji çekan berdin” wiha axivî: “Şerekî mafdar, şideteke mafdar tune ye. Belê bi awayekî meriv dikare şidetê mafdar bike, di dewletan de tê mafdarkirin lê şidet, bi qasî kesê/a ku şidetê disepîne aşkereye ku xesarê dide kesê/a şidetê disepîne jî. Ji ber vê ye ku şidet şidetê diwelidîne. Êdî divê çek rawestin û divê dawî li vê nêvengê bê.” Gorengelî diyar kir ku niha bilêvkirina aşitiyê pir komîk e û wiha domand: “Dema ku çek biaxivin û mirov bimirin. Tu wateyeke gotina aşitiyê namîne. Aşitî bes dema çek rawestan, tê axaftin. Bi ya min divê êdî mirov bêje temam e, rawestin. Wekî din tu rêyeke wê tune ye.”

'Divê em hînbûyînê red bikin’

Gorengelî dest nîşan kir ku divê li dijî hemû argumanên ku şer dijwar dikin bê derketin û got, bi civakê şer dane bawerkirin. Gorengelî wiha axivî: “Çareyeke din, sekinandin û hizrandin e. Taliyê ew ê wisa jî bibe. 5 sal jî derbas bibe, 10 sal jî derbas bibe, taliya talî dê mase bê avakirin. Dê roj were ku em ê fêr bibin, em badilhewa mirine. Şehîdbûyîn, filan û bêvan çîrok in. Taliya talî mirovên me dimirin. Divê em hînbûyînê red bikin. Divê em çareserkirina bi şidetê red bikin. Divê em mirin û şidetê meşrû nekin. Divê em bimirin, wekî din çareyek tune ye. Na! Çare hene.”

'Bila aşitî pêk bê, wekî din tiştekî naxwazim’

Gorengelî anî ziman ku şer wisa xwe bi xwe derneketiye holê û wiha axivî, “Ji ber vê, boyî şer ji holê rabibe divê wekhevî û edaleta civakî pêk bê. Ev jî bes bi muzakareyê re pêkan e. Qada ku tu şidetê pêk tînî an jî diparêzî çiqas ya te ye, ew cihê nîqaşê ye. Di şert û mercên ewqas şer û pevçûnî de jî divê em zimanê aşitiyê di jiyana xwe de bi cih bikin. Weke aşitî hebe divê em biaxivin. Ez behsa polyanatiyê nakim. Pîroziyên te, yên min, her kes ji bo xwe meşrû bike heman mekanîzmayê bi kar tîne. Em dikarin cîhaneke cuda ava bikin.” Gorengelî diyar kir ku gel şer naxwaze û wiha got, “Mirov li kuderê dibe bila be, divê zimanê aşitiyê û daxwaza aşitiyê bîne ziman. Wekî din tu rêyeke wê tune. Bila aşitî pêk bê, wekî din tiştekî naxwazim.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN