DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

OHAL'ê rakir, rejima OHAL’a xwe ava dike!

 
30 Îlon
09:14 2016

ENQERE (DÎHA) – AKP û Serokomar Erdoganî yên ku bi sala ne bi rakirina OHAL’ê pesnê xwe didan, niha bi hinceta derbeyê OHAL’a ku hemû Tirkiyeyê mehkûmî xwe kiriye dixwaze mayînde bike. Rexnegirê pergalê û teorîsyenê siyasetê Fîkret Başkaya got, hedefa AKP’ê ew e ku rejîmeke têkel a Azerbaycan û Erebîstanê biafirîne.

Rewşa Awarte (OHAL) a ku bi piranî girêdayî şerê bi kurda re li pergalê hatiye zêdekirin û niha li hemû Tirkiyeyê tê ferzkirin, ber bi rejîmeke mayînde ve diçe. Sepandina OHAL’ê ya kum af û azadî bi awayekî kêfî tên binpêkirin û ji aliyê seandinê ve di cîhanê de mînaka herî xerab û kirêt e, piştî 2002’an vê carê bi awyaekî hîn berfirehtir li civakê tê ferzkirin.

Rexnegirê pergalê û teorîsyenê siyasetê Fîkret Başkaya yê ku rewşa OHAL’ê û daxuyaniyên têkildarî wê nirxand, tabloya heyî wek “Nêzîkatiya nebirêvebirina AKP’ê” diwesfîne. Nirxandinên Başkaya yên arasteyî vê rewşê wiha ne:

"Ya yekemîn; êdî tu qabîliyeteke birêvebirina çîna rêvebir a îroyîn nemaye, kes bi awayekî aşkere vê nabêje. Dema nikaribin ji derheqê kar derkevin, du vebijêrk li pêşiya wan hene. Ev her du girêdayî hev in. Ji vana ya ewilîn; ferzkirina faşîzmê ye. Ya duyemîn jî, ferzkirina şer e. Ji bilî van her du vebijêrkan tu qoz di dest wan de tune ye. Ji xwe tu eleqeya Tirkiyeyê bi demokrasiyê re tune ye. Tu carî jî nebûye. Wek rejîmên bûrjûvayî dizanin azadiyeke bi sînor û bi huqûq û demokrasiyê ne mumkune civakê bi rê ve bibin. WÊ demê bi OHAL’ê bi rê ve dibin. Ji me re dibêje, ez êdî pîvanên huqûqa bûrjûvaya kut ê zanîn nasepînim, vana jî naxwazim. Vê hewldana derbeyê ya dawî, ji serî heta binî bi pirs e. Tu ji kîjan hêlê ve lê binerî bi pirsgirêk e, ev ji bo wan bû wek nîmetekê. Tiştên ku xwestin bikin, gihaştin derfetên pêkanîna wê. Di hedefa vana de afirandina rejîmeke têkel a ji ya Azerbaycan û Suûdî Erebîstanê pêk tê heye. Dixwazin vê bikin. Lê ev nayê wê wateya ku dê bi ser jî bikevin. Niyeta wan ev e. Xefletieyek wanî ku civakê têxin nav agir heye.

Lê belê ne mumkune ku ev dirêj biajo. Diyalekteke ku li dijî êrîşê êrîş heye. Ji ber vê yekê, di civakê de li dijî vê hêrs û kînek zêde berjev bûye. Dibe ku ev hîn zêdtir bibe û derkeve holê. Heke bikaribin vê bikin (avakirina vê rejîmê), dê guh nedin tu kesî jî û dê hermû tiştên vî welatî serobin bikin û talan bikin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN