Xebatên HDP'ê nîşan dide çima dibe hedef
ENQERE (DÎHA) – HDP a ku beriya serdema nû ya meclîsê hate hedefgirtin, serdema borî ji ber ku AKP gelek tengav kir bû hedefa AKP'ê. HDP a ku hemû bûyerên civakî anî rojeva meclîsê nîşan da ku partiya muxalefetê ya esasî ye, jibilî xebatên qanûn çêkirinê jî her tim bi gel re bû.
Meclîs roja şemiyê dest bi serdema nû ya qanûn çêkirinê dike. Li meclîsa ku 4 partiyên siyasî hene piştî ku CHP û MHP bûn pêkanînerên polîtîkayên AKP'ê, HDP bû tekane partiya muxalefetê ya meclîsê. Xebatên ku HDP'ê di serdema borî de kiriye nîşan dide ku çima tê hedefgirtin. HDP'ê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê anî rojeve meclîsê û xwest çareserî pêş bikeve û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê tekane partiya ku hewl dide ye.
2 hezar û 8 pêşnûmepirs hat dayîn
Pêşnûmepirs, pêşnûmeya lêkolînê ya meclîsê, pêşnûmeya lêpirsîna meclîsê, pêşnûmeya hevdîtina giştî, pirsyare yên ku mekanîzmayên kontrolê ne bi awayeke aktîf bi kar anî, 2 hezar û 315 caran serî li van rêbazan da. HDP'ê di saleke de jî 2 hezar û 8 pêşnûmepirs, 293 pêşnûmeya lêkolînê, 5 pêşnûmeya hevdîtina giştî û 9 caran jî piryare da.
Piraniya pêşnûmepirsên ku hatin dayîn têkîldarî mijarên ku Wezareta Karên Hundir eleqedar dike hatin dayîn. 557 pêşnûmepirs rasterast ji bo ku Wezareta Karên Hundir bi bersivîne hatin dayîn, ji bo Serokwezîriyê 424, ji bo Wezareta Dadê 192 ji bo Wezareta Perwerdehiya Neteweyî 166 pêşnûmepirs hatin dayîn û bersiv hatin xwestin.
Pêşnûmepirsên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo bên bersivandin hat dayîn piranî di beşa maf û azadiyan de ye û divî mijarê de 217 pêşnûmepirs hatine dayîn di rêza duyemîn de jî têkîldarî qedexeyên derketina derve û polîtîkayên "ewlekariyê" hatin dayîn hene.
Tekane partiya dengê jinan
Di pêşnûmeyên ji bo lêkolînê hatine dayîn de jî HDP'ê nîşan da ku partiya ku tekane pirsgirêkên jina tine ziman ew e. Di nava salekekî piranî pêşnûmeyên ji bo lêkolînê hatin dayîn têkîldarî jinan e.
Jibilî xebatên meclîsê, li derveyî meclîsê parlamenterên HDP'ê gelek dixebitin. Serdanên gel û esnafan, mîtîng, bîranîn, çalakî, pirozbahî û gelek xebatên din de parlamenterên HDP'ê bi gel re ne. Jibilî xebatên qanûnçêkirinê 5 hezar û 971 caran xebatên bi vî rengî hatine kirin.
(sa)