DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi dîmenên salan 90'an îşkence kirin

 
30 Îlon
09:13 2016

YASÎN KOBULAN

STENBOL (DÎHA)
- Bi îlankirina OHAL'ê ve pêkanînên îşkenceyê jî her diçe zêdetir dibe, hate hînbûn ku li Stenbolê kesên ku tên binçavkirin bi wan dîmenên îşkenceyê didin temaşekirin û îşkence dikin.

Konsepta şer a ku her diçe tê kurkirin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê îlankirina OHAL'ê ve li qereqol û girtîgehan îşkence derket asta herî jor. Bı OHAL'ê re piştî 5 rojan hevdîtina bi parêzeren, dirêjkirina dema binçavkirinê û derxistina 30 rojan pêşiya îşkence û muameleya xirab jî vekir.

Kesên ku tên binçavkirin beriya ku sewqî edliyeyê bên kirin dibin nexweşxaneyan û li vir destur nayê dayîn ku rapor bê girtin.

Çavê wî girêdan û birin qada daristanê

Di hefteya dawî de li Stenbolê di serdegirtinen malan de herî kêm 25 kes hatin binçavkirin. Qereqola Polîsan a Atişalani ya li Esenlerê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li cadeya Vatanê ên ku bi îşkence, êrîşên zayendî ve tên rojevê hatin girtin. Mazlum Çîftçî yê ku hate binçavkirin û ji aliyê çapemeniya hewzê ve wekî "Berpirsyarê PKK'ê yê Stenbolê hat girtin" hedef hate nîşandan ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Çîftçî li dozgeriyê pêkanînên di bin çavan de rû bi rû maye vegot.

Çîftçî anî ziman ku îfadeya li emniyetê daye bi îşkenece polîsan ve bi vî dane îmzekirin û wiha axivî: "Piştî ku hatim binçavkirin çavên min girtin û birin qada daristanê û li vir rastî îşkenceyê hatim."

Dîmenên 90'an dan temaşekirin

Kesên ku hatin binçavkirin û piştre hatin berdan jî diyar kirin ku dîmenên salên 90'an ên îşkenceyê bi wan dane temaşekirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN