Ji bo muxalefeta civakiyî HDK ji nû ve tê rêxistinkirin
ENQERE (DÎHA) – HDK’ya ku ji bo hemû kesimên kêmar û yên din ên li Tirkiyeyê bîne gel hev hat rêxistinkirin, bo pêvayoja pêş de rolekî aktîf hilgirt û ji bo peywira xwe yî “muxalefeta civakiyî” pêk bîne dê ji nû ve bê vesazkirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di vê serdema ku Tirkiye di nav qeyranekê de ye, rola “muxalefeta civakiyî” hilgirt ser xwe û ji bo rolekî aktîf dê ji nû ve bê rêxistinkirin. HDK’ya ku di cotmeha 2011’an de ji bo hemû bindest, kesimên kêmar û gelên nayên hesibandin, li ser zemînekî piştevanî û têkoşînê hat avakirin, da vî rolê xwe pêk bîne biryarên cidî wergirt.
HDK’ya ku di çend salên dawî de ji ber hilbijartinên serokomarî, herêmî û giştî yên li Tirkiyeyê û hin kêmasiyan baş nehat rêxistinkirin, dê wek îradeya gelan bi awayekî berfireh û ji bo gel xwe nû bi rî ve bibin dê rêxistinên meclîsbûyînê ji nû ve bigire dest. Di nîqaşên vê bargehê de, ji bo li her gundî, her taxê, her navçeyê û her herêmê meclîs bên avakirin û muxalefeta civakiyî xwe bide der hedef bo xwe diyar kirin.
Ji bo van hedefan li herêmê jî hin nîqaş hatin kirin û di serî de HDP, dê hemû hevgirên HDK’ê ji bo avakirina meclîsan yekser berpirsiyariyê hilgiriên ser xwe. Di vê baregehê de HDP boyî hemû organên xwe yî partiyê giştîname şandin û di vê giştînameyê de dest nîşan kir ku bi mezinbûn û xurtbûna HDK’ê, dê defet û qada siyasî ya HDP’ê jî mezintir û xurtir bibe û têkildarî vê divê meclîsên taxan xwe wek meclîsên HDK’Ê bibînin û di pişt vê pêvajoyê meclîsên ku dê bên avakirin dê wek Hewldana Meclîsa Taxê ya HDK’ê xebatên xwe bimeşînin û bidomînin.
Di encama nîqaşan de hat diyarkirin ku, li cihê ku HDK lê tune be, bo rêxistinbûyîna wê dê demildest xebat bên meşandin.
(red)