DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

KJA bi deh hezaran jînî re hat gel hev

 
30 Îlon
09:12 2016

AMED (DÎHA) – KJA, di baregeha kampanyaya “Xwedî li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim” ya ku du meh berê dabû destpêkirin de, bi deh hezaran jinî re hevdîtin pêk anî û di van hevdîtinan de şerê li welat û tesîra wê ya li ser jinê nirxand.

Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) di 5’ê tebaxê de kampanyaya ku bi dirûşmeya “Xwedî li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim” hatibû destpêkirin, li gelek bajarî bi çalakiyên curbecur didome. Çalakiyên ku di 2 mehan de hatine lidarxistin, Parlementera HDP’ê ya Agiriyê û endam KJA’yê Dîrayet Taşdemîr behsa wan kir. Taşdemîr diyar kir ku li gelek bajêrn Kurdistan û Tirkiyeyê wan starta kampanyayê daye û di baregeha vê kampnayayê de bi piranî yên jinan, wan gelek panel li dar xistine. Taşdemîr da zanîn ku wan li 14 bajêrn Kurdistanê panel li dar xistine û di vê baregehê de ew li gelek bajarî li tax û kuçeyan mal bi mal geriyane û rû bi rû bi jinan re hevdîtin pêk anîne û di van hevdîtinan de armanca kampanyayê vegotine.

'Me bi deh hezaran jinî re hevdîtin pêk anî’

Taşdemîr anî ziman ku di baregeha xebatên hatin kirin de wan bi deh hzeran jinî re hevdîtin pêk anîye û wan bi jinên ku hevdîtin bi wan re pêk aniye hem geşedanên li welat û hem jî tesîra van geşedanan nîqaş kiriye û ragihandiye. Taşdemîr diyar kir ku bi taybetî jinan eleqeyeke zêde bo panelan nîşan daye û got di baregeha kampanyayê de wan bi Meclîsa Dayikên Aşitiyê re li dijî tecrîda arasteyî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan çalakiyên rûniştinê li dar xistine.

'Polîtîkayên êrîş û çewasindinê li qadan hat deşîfrekirin’

Taşdemîr da zanîn ku bi kampnayayê re li eniya têkoşîna jinê liv û tevgereke cidî xwe daye der û wiha got, “Tecrîda arasteyî Serokatî û polîtîkayên ku jinê wek hedef digirin li qadan hatin deşîfrekirin. Li dijî vê ya bertekên jinan û ezma wan î berxwedanê derket holê.”

'Destûra mîtîngan nehat dayîn’

Taşdemîr da zanîn ku wan xwestiye li Wan û Êlihê mîtînga jinan li dar bixin, lê belê bi hinceta OHAL’ê destûr nehatiye dayîn û got li gel hemû êrîş û pêkûtiyan jî jin li dijî polîtîkayên ku wan hedef digirin derketine qadan û li dijî pergala ku dixwaze wan bitepisîne bertekên xwe dane der.

Taşdemîr ragihand ku destûra civînin li taxan jî nehatiye dayîn û got li qadên vekirî jî astengiyên ku bo i jinan re bên gel hev xwe dane der û li cihê ku hevdîtin û çalkiyên xwe kirine jî hatien dorpêçkirin.

Pêşnûmaya 2 mehan

Taşdemîr di baregha kampanyayê de xebatên ku dê di rojên pêş de bikin jî wiha rêz kir: "Me pêvajoya du mehan nirxand û pênûmayeke nû amade kir. Em dê kampanyaya xwe bêtir li Herêma Serhedê bidind er. Di cotmeh û mijdarê de plana me ew e ku em li Agirî, Mûş û Îdirê bi jinan re werin gel hev. Di 2 mehên pêşiya me de jî dê li Amed û Stenbolê mîtîngên mezin ên jinan bên lidarxistin. Her wiha bi hatina zivistanê re dê bi jinên li qadên xwerêveberiyê piştevaniya me hebe. Em dê dê baregeha kampanyayê de tora piştevaniyê mezin bikin û em dê pêdiviyên wan bi cih bînin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN