DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Bazara Semtê ya Keda Jinê’ vedibe

 
30 Îlon
09:11 2016

BÊRÎVAN ALTAN

MÊRSÎN (DÎHA) – Şaredariya Akdenîzê hewl dide ku keda jinê ya ku nayê dîtin bi pergala hevserokatiyê ji nav çar dîwaran derxe. Ji bo jin berên xwe yî ku bi derfetên xwe hildiberînin berpêş bikin û bifiroşin, “Bazara Semtê ya Keda Jinê” vedike.

Şaredariyên DBP’î yên ku bi pergala hevserokatiyê, li Tirkiye û Kurdistanê nêrînek nû li feraseta şaredariyîbûnê zêde kirin, bi vê pergalê rengê jinê yên ku xuyangtir bû dixwazin veguherînin xizmetê. Yek ji van şaredariyên ku dixwaze vê xizmetê berpêş bike jî Şaredariya Akdenîza Mêrsînê ye û têkildarî nêrîna hevserokatiyê “Bazara Semtê ya Keda Jinê” vedike. Li vê bazara ku tenê jin lê hebin, dê berên ku jin hilberandine bên firotin. Ji derûnasên Navenda Jinê ya ÎŞTAR’ê ya girêdayî Şaredariya Akdenîzê Fahriye Cengîz anî ziman ku yên hildiberînin jin in, lê keda jinan nayê dîtin û diyar kir ku jin li malê tên girtin.

Cengîz anî ziman ku bi vê bazarê armanc ew e ku wê keda jinê ya ku nayê dîtin, bi hêza jinê xuyangtir bibe û got pêjavo bi jinan re bi pêş dikeve. Cengîz dest nîşan kir ku bazara ewil wek xebateke pîlot e û got ew dê li gelek deveran heman bazarê çêbikin. Cengîz diyar kir ku ji bo xuyangiyê li navnedê pêkanîna bazarê pir girîng e û wiha axivî: “Em bi jinên ku li malên taxê, yên li qursan û ji bilî vê bi yên ku li malên xwe hildiberînin hatin gel hev û me diyar kir ku ji bo bazarekê em dê xebateke çawa bikin.” Cengîz da zanîn ku wan li hemû taxên ku şaredarî xizmeta wan dikin bo vê xebatê civîn li dar xistine û wiha got, “Di nîqaşên xwe de; dê li bazara xwe çi bifiroşin, dê çend rojan vekirî be, dê bi dîsîplîneke çawa bê avakirin axivî û bi van nîqaşan em gihaştin encamekê.”

'Peyman hat dayîn’

Cengîz dest nîşan kir ku dê li her noqteya bazê keda jinê hebe û bi jinên ku dê li vê bazarê berên xwe bifiroşin re wan peymanek çêkiriye û anî ziman ku jinên ku dê li vê bazarê berên xwe bifiroşin vê peymanê qebûl kirine. Cendîz da zanîn ku, ev peyman jî di wan nîqaşên bi jinan re hatiye axaftin û diyar kir ku maddeyên vê peymanê ji du beşan pêk tê; yek ji maddeyên birêvebirina teknîkî û ya dudoyan jî wek jin rêgeza jiyana bi hev re ye.

'Daxwazek zêde heye’

Cengîz dest nîşan kir ku jin bo vê bazarê pir bi heyecan in û daxwazeke wan î zêde heye û got, li gor qada bazarê gelek serlêdan hatine kirin. Cengîz anî ziman ku ji her reng û dengî jin bo bazarê serî lê dane û diyar kir ku ew bêyî reng, deng û zimanî esas bigirin, ew beriya her tiştî bo xuyangiya keda jinê tevdigerin. Cengîz da zanîn ku dê di nav Kadınların pazar için rojan de bazar amade û piştî vê xebata pîlot plana wan ew e ku ew li hemû taxan “Bazara Semtê ya Keda Jinê” vebikin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN