DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Serokê VANTSO’yê: Divê hikûmet li hemberî daxuyaniya Ocalan guhnedêriyê neke

 
30 Îlon
09:10 2016

WAN (DÎHA) – Serokê Lijneya Rêveberiya VANTSO’y Necdet Takva dest nîşan kir ku dê pakêta aboriyê ya ku Serokwezîr Bînalî Yildirim daxuyand, tu aramî û aşitiyê neyîne Kurdistanê û got, divê hikûmet li hemberî daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan guhnedêriyê neke.

Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Bazirganî Û Saniyêyê ya Wanê (VANTSO) Necdet Takva, pakêta teşwîq û veberhênaniyê ya 10 milyariyî ya ku Serokwezîr Bînalî Yildirim bo bajarên Kurdistanê yên ku bi mehan hatin rûxandin û şewitandin daxuyandibû nirxand û dest nîşan kir ku ji bo herêmê bernameya herî guncan a ku bê sepandin, bernameyeke aşitî û aramiyê ye. Takva diyar kir ku divê hikûmet ji dêvla pakêtên teşwîqê pakêtên reformî yên naveroka wan aşitî û aramî ye bisepîne û wiha got, “Ji ev hemû biguherin, divê ev welat ber bi guherîneke radiql ve biçe. Pakêt tên daxuyandin, bernameyên teşwîqê tên daxuyandin, lê ji boyî me li herêmê bernameya teşwîqê ya ku divê bê sepandin û ya ku herî girîng e, bernameya aşitî û aramiyê ye. Bernamey ku divê polîtîkayên aşitiyane têkevind ewrê. Ji bo li herêma me bernameyên teşwîqî bên kirin, hin şert û merc hene. Pêdiviya me bi bernameyeke ku dê vê pêvajoya pevçûniyî rawestîne û dubare pêvajoya çareseriyê têxe dewrê heye.”

‘Aktorên aboriyê bendewar in’

Takva anî ziman ku aktorên herêmî yên aboriyê li bendê ne ku hikûmet di warê çareseriya pirkirika kurd de gavekê biavêje û wiha axivî: “Bendewariyên xwe yî di vî warî de bi me re parve dikin. Teşwîqa herî mezin a ku bo me bê dayîn ew e ku, nêvenga pevçûniyî ji holê rabe. Piştî ku ev bû, hikûmet bi rihetî dikare bernameyên teşwîqiyî bisepîne. Hem jî dê aktorên aboriyê jî pêşnûêayên xwe yî di vî warî de bidin der. Divê beriya her tiştî binavayiya van bernameyên teşwîqê bê çêkirin. Zemîna vê jî, li herêmê bi tesîkirina nêvengeke aramiyî ve girêdayî ye.”

'Divê hikûmet li hemberî daxuyaniyên samîmî yên aşitiyê guhnedêriyê neke’

Takva balê kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a “Em dikarin di 6 mehan de vê pirsgirêkê çareser bikin” jî û got, divê hikûmet li hemberî daxuyaniyên samîmî yên aşitiyane guhnedêriyê neke û wiha axivî: “Em di wê fikrê de ne ku, ji bo li herêmê dawî li nêvenga pevçûniyî bê divê hemû nêzîkatî û niyetên qenc bên sepandin. Nêzîkatiya kê/kî ya ji bo dawîbûna vê nêvenga pevçûnî heme divê bi samîmiyet nêzî van nêzîkatiyan bê kirin. Bendewariya me ew e ku Enqere van karan bi silametî bigire dest. Destne ser maseyê û hewl bide. Em jî fikrên xwe yî di vî warî de tim tînin ziman. Divê hikûmet guhnedêriyê neke, bi awayekî cidî esas bigire, yanî herî kêm ji bo aşitî û aramiya gel divê van tişta bike. Divê hikûmet li hemberî daxuyaniyên samîmî yên aşitiyane guhnedêriyê neke.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN