DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Serdema nû di bin siya çek û betonan de dest pêkir

 
30 Îlon
09:10 2016

AMED (DÎHA) - Dibistana Seretayî ya Tûrgût Ozalê, ya ku di dema çêkirina qerqolê de 2 zarok di bin dîwar wê de man û jiyana xwe ji dest dan, di serdema perwerdehiya ya îsal de jî, di bin siya çekên tîmên taybet û blokên betonî de dest pê kir.

Di 30’yê adara 2016’an de bi navê Fûrkan Oner (6) û Ayaza Ozdemîr (6) li Taxa Ben û Sena Yenîşehîra Amedê, di dema çêkirina qereqolê ya li hundirê Dibistana Seretayî ya Tûrgût Ozalê de, dîwarê dibistanê bi ser wan de hilweşiya bû. Di vê hilweşandinê de Oner û Ozdemîr jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî qetilkirina her du zarokan tu tişt nehatibû kirin û heta niha jî heman dibistan wek qereqolê tê bikaranîn.

Heta niha jî doz bi encam nebûye

Tişta balkêş ew e ku ajokarê wesayîta ku blokên betonî vediguhast, Azîz Korkmaz, di îfadeya xwe yî li Dozgeriya Komarê de wiha gotibû, “Ji bo çêkirina dîwarê dibistanê, min blokên betonî dikişand.” Li gel vê, hîn jî doz bi encam nebûye.

Alaya tirk bi cama ku cihê polîs lê dimînin hatiye daliqandin

Dibistan heta niha jî wek qereqol tê bikaranîn û di sala nû ya perwerdehiyê de jî xwendekar li nêv blokên betonî yên polîsan de perwerdehiyê dibînin. Her wiha li ser dîwarên dibistanê nivîsên nîjadpersetiyî hatine nivîsandin û li gel vê li cama cihê ku polîs lê dimînin jî laya tirkan hatiye daliqandin.

(kom/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN