Keviravêtin tîna wî neşikand, berê xwe da çiyayan
STENBOL (DÎHA) – Şeref Altûndal (Rençber Amed) ê ku bi çavên xwe dît hêzên dewletê bi pehînan ketin ser dergûşa birayê wî yê 3 mehî, ji bo kîn û hêrsa xwe bide der gelek caran bi keviran êrîşî polîsan dike û dema dibîne ku keviravêtin hêrsa wî naşikînin berê xwe dide çiyê û tevlî PKK’yê dibe. Di 24’ê sibata borî de li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo hevrê û malbata wî Ew “Ji bendika dil ji gerîlatiyê hez dikir û evîndarê çiyê bû.”
Şeref Altûndal, di sala 1990’an de li gundê Haciya Kurda yê Bismila Amedê hat dinyayê. Altûndal ê ku di sala neçarî tevî malbata xwe koçî Amedê kir, li dijî şert û şirtûên jiyanê yên zehmet di temenekî biçûk de li ber xwe da. Hîn 9 salî ye ji bo debara malbata xwe bike besteniyê (dondirme) difiroşe. Dema hinekî din jî mezin dibe vê carê ji bo heman armancê berê xwe dide Stenbolê, diçe cem kekê xwe. Altûndal li Stenbolê Tevgera Azadiyê nas dike. Piştî vê nasînê di nav xebatên ciwanan de cih digire. Dema tevlî mîtîngekê dibe rastî êrîşa polîsan tê. Bi vê êrîşê re hêrsa wî ya li dijî dewletê zêde dibe û cara ewil di vê êrîşê de keviran davêje polîsan, ku ev jî serîhildana wî ya ewilîn e.
Di pevçûnê de birîndar dibe, lê dev ji têkoşîna xwe bernade
Altûndal xwe bi xwe biryarê digire û di sala 2002’yan de tevlî refê PKK’ê dibe. Piştî perwerdehiya gerîllatiyê werdigire, li herêmên wek Heftanîn û Metînayê dimîne. Piştî di sala 2005’an de derbasî Gabarê dibe, di demeke kurt de bi sekn û çalakgeriya xwe zaf tê hezkirin. Altûndalê ku her bi girêdana hevrêyên xwe dihat zanîn, di 2007’an di pevçûnekê de bi giranî birîndar dibe. Her çiqas li bedena wî xesariyeke zêde bûbe jî, ew ji zîndebûyîna xwe tawîz nade û gerîllatiya xwe didomîne.
'Di dema vekişandinê de fermandar bû’
Altûndalê ku di navbera 2007-2013’an de li qada Mêrdînê dima, her çiqas fermandarek bû jî ji ber teqtîk û lêhûrbûnên xwe yî çak, her tim di refên pêşî de cih digire. Piştî di navbera Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û heyeta dewletê de hevdîtin çê dibin, di gulana 2013’an de di vekişîna gerîllayan de fermandarê komekê ye. Altûndal li gel şer, fermandarê perwerdehiyê bû jî.
Ji refên PKK’ê ber bi qadên xwerêveberiyê
Piştî berxwedana xwerêveberiyê dest pê dike, di berxwedana Nisêbînê de yek ji wan fermandarên pêşeng e. Altûndalê ku di berxwedana Nisêbînê de bi çalakgerî û sekna xwe dibe yektayê ber dilê nisêbîniyan, di 24’ê sibata 2016’an de, i Hezexa Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
'Cîhana wî ya wateyî dewlemend bû’
Altûndalê ku wek “Li dijî dijmin bi hêrs û kîn, bêtirs û çavsor, li hemberî hevrêyên xwe jî ewqas bîrbir” tê pênasekirin, hevrêyên wî bo wî wiha dibêjin, “Cîhana wî ya wateyî dewlemend, yekî ku her bi awayekî watedar dijiya, hêla wî ya gelparêziyê xurt, yekî zînde, yekî ku her tim bi tiştan re bilî dibû, yekî ku ji bendika dil ji gerîlatiyê hez dikir, evîndarê çiyê û yekî kuz af ji govendê hez dikir bû.”
Di rojnivîska xwe de xweza û civakê vegot
Altûndal di rojnivîska xwe de wiha behsa xweza, mirov û civakê dike: " Ev rastiyeke; mirov û civak perçeyek ji xwezayê ne. Lê tu li roja îro dinihêrî; mirov, civak û pergal ji xwezayê qut bûne. Di navbera wan de bi qasî çiyayan ferq heye. Ev jirêderketin e. Civakeke ku ji xwezayê qut bûbe, êdî ew ne civak e. Tu dinihêrî ji gelek hêlan ve mirov hov bûne êdî, egoîst bûne. Tu ji hêla teknîkî ve jî bigirî dest, ji gelek aliyan ve mirov veguherîne robotan. Tu dinihêrî ku civak rastî gelek pirsgirêkan hatiye, tu nizanî tu yê ji kîjan hêlê ve binirxînî. Ji nexweşîna wê bigire, gelek tişt. Lê dema ku tu bi xwezayê re bijî, ev gelek cuda ye. Ji van neyîniyan yek jê zî li te peyda nabe. Tu pêl axê dikî, bi axêre temasek te çêdibe. Ev bi tena xwe jî cidatiyek e. Mesela ji aliyê tenduristiyê ve jî, mirovên gerîllatiyê bikin siheta wan hêj baştir û pir kêm nexweş dikevin. Yanî mirov di şer de birîndar dibe, ev tiştekî dine, lê ji bilî vê gelek mirovên li çiyê û di nav xwezayê de dijîn, siheta wan hêj baştir e. Mesela Koçer, ew tim di nêv xwezayê, li çiyayan dijîn. Dema tu li tenduristiya wan dinihêrî, zaf baş e.”
Ji rojnivîska gerîlla Rençber
Rojîn Ada ya ku di 2007’an de li Gabarê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da jî, di rojnivîska xwe de wiha behsa Rennçber dike: “Ber êvarî, hatina heval Rençber ê ku vî çileyî birîndar bûbû, li qerargeha me bû cihê cudatî û kêfxweşiyê. Hîn 24 salî ye Rençber, ji Bismila Amedê ye. Dema li ser gir li dijmin dide, bi teqîna mayîneke kişandinê birîndar dibe. Zêdeyî 20 perçe ji bedena wî hatine derxistin. Û hestiyê lingê wî ji binî çongê ve şikiyaye. Niha di meşê de zehmetyan dikêşe. Dêma wî ber bi lêva wî ve çiriyaye. Hevalan dirûtiye û niha şopeke xedar heye li ser çavên wî. Dîsa jî em dibêjin tu qeşeng î û bi vî awayî em moralê wî xweş dikin. Gelek heval li Gabarê birîndar bûn. Heval Rençber dibêje, ‘Birîndariyî ji mirinê zehmetir e.’ Ji ber tevzîner (narkotîk) tune bûye, hevalan dirûna ser çavên wî jî û perçeyên ku ji bedena wî derxistine bêyî bençê çêkirine. Lê belê wî bi xwe carekê jî negotiye ‘ax’. Li gel ciwaniya xwe jî, ewqas kamil, henûn e. Carinan difikirim, ya ku wî wisa hêzdra û bi wêrekiyî li ser lingan dihêle çî ye, difikirim.”
'Tişta ku têxista serê xwe dikir’
Wek hevrêyên wî dayika wî Rahîme Altûndal jî diyar dike, her gava ku diavêt ji bendika dil û bi baweriyî diavêt. Altûndal, wiha behsa sedema wê kîn û hêrsa kurê xwe ya li dijî dewletê dike: “Li ser giliyekê leşker bi ser mala me de girtin û gotin, ‘Hûn terorîstan digirin mala xwe.’ 3 caran mala me serobin û talan kirin. Di serdegirtina dawî de, qelebalixiyek çêbû. Deng û qîrîn hatin. Pitika min î 3 mehî heye. Me xwest em wê ji dergûşê bigirin û derkevin derve. Me bo wan got, ‘Em ji malê derkevn, bila mal ji were be, hûn çi dikin bikin’, lê guhdar nekirin. Dema min xwest ez pitika xwe bigirim, leşkerekî li min da û pitika min ket erdê. Leşker pêl pitika min kir. Rençber, ev hemû dîtin. Hêrs û kîna wî û baweriya wî ya têkoşînê wiha dest pê kir.”
Altûndal got ku navbera kurê wê û her kesî xweş bû wû wiha vegot, “Kurê min zaf wêrek bû. Tu tişt nikaribû wî ji birayar wî bike. Tiştekî têxista serê xwe teqez dikir.”
'Ji bav û kurîtiyê wirdetir em hevrê bûn’
Bavê Altûndal, Şevket Altûndal, ê ku bi îdiaya “Alîkariya PKK’ê dike” hat girtin û 10 salan di girtîgehê de ma jî têkilya navbera xwe û kurê xwe wiha vegot, “Me liberxwedayîna xwe ne wek bav û kur, wek du hevrêyan kir. Ji xwe ya diviya bû bibe jî, ev bû. Heke li dijî zilmê em bêdeng bimanan û em serî bitewandana, dê xerabtir bibûna.”
(red)