DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

30 Îlon
09:00 2016

* Şeref Altûndal (Rençber Amed) ê ku bi çavên xwe dît hêzên dewletê bi pehînan ketin ser dergûşa birayê wî yê 3 mehî, ji bo kîn û hêrsa xwe bide der gelek caran bi keviran êrîşî polîsan dike û dema dibîne ku keviravêtin hêrsa wî naşikînin berê xwe dide çiyê û tevlî PKK’yê dibe. Di 24’ê sibata borî de li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo hevrê û malbata wî Ew “Ji bendika dil ji gerîlatiyê hez dikir û evîndarê çiyê bû.”

* Her çiqas hikûmeta AKP'e bibêje zimanê kurdî serbest e jî, lê di serdema hînkarî-perwerdehiyê ya nû de dîsa jî zimanê kurdî li dibistanan nebû zimanê perwerdehiyê.

* Dibistana Seretayî ya Tûrgût Ozalê, ya ku di dema çêkirina qerqolê de 2 zarok di bin dîwar wê de man û jiyana xwe ji dest dan, di serdema perwerdehiya ya îsal de jî, di bin siya çekên tîmên taybet û blokên betonî de dest pê kir.

* Serokê Lijneya Rêveberiya VANTSO’y Necdet Takva dest nîşan kir ku dê pakêta aboriyê ya ku Serokwezîr Bînalî Yildirim daxuyand, tu aramî û aşitiyê neyîne Kurdistanê û got, divê hikûmet li hemberî daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan guhnedêriyê neke.

* Bi îlankirina OHAL'ê ve pêkanînên îşkenceyê jî her diçe zêdetir dibe, hate hînbûn ku li Stenbolê kesên ku tên binçavkirin bi wan dîmenên îşkenceyê didin temaşekirin û îşkence dikin.

* Welatiyên Nisêbînê ku "diwarê şermê" yê di demên dawî de li sînor ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê çêkirin, çapemeniya hewzê jî pesnê wî didin qebûl nakin diyar kirin ku yên ku êrîş dikin ne Rojava û Tirkiye ye.

* Prof. Dr. Melek Goregenlî diyar kir ku li gel her tiştî jî divê her kes bibeje “Vî şerî rawestînin” û wiha got, “Mirov li kuderê dibe bila be, divê zimanê aşitî û daxwaza aşitiyê bîne ziman. Wekî din tu rêyeke wê tune ye.”

* AKP û Serokomar Erdoganî yên ku bi sala ne bi rakirina OHAL’ê pesnê xwe didan, niha bi hinceta derbeyê OHAL’a ku hemû Tirkiyeyê mehkûmî xwe kiriye dixwaze mayînde bike. Rexnegirê pergalê û teorîsyenê siyasetê Fîkret Başkaya got, hedefa AKP’ê ew e ku rejîmeke têkel a Azerbaycan û Erebîstanê biafirîne.

* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dê têkîldarî vekirina meclîsê û tezkereya şer bi şîara "li dijî tezkereya şer em aştiyê diparêzin" li cadeya Yukselê daxuyaniyê bide. (12.30)

* Dê geşedanên têkîldarî girtina kanalên televîzyon û radyoyan bên şopandin.

* Doza nûçegihana me Şermîn Soydan a ku ji ber nûçeya "Wa ye belgeya veşarî ya operasyona Geverê" hate girtin û bi cezaya muebetê tê darizindan li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê bê dîtin.(09.30)

* Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin bê dîtin û lêpirsîn bi bandor bê kirin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* HDP a ku beriya serdema nû ya meclîsê hate hedefgirtin, serdema borî ji ber ku AKP gelek tengav kir bû hedefa AKP'ê. HDP a ku hemû bûyerên civakî anî rojeva meclîsê nîşan da ku partiya muxalefetê ya esasî ye, jibilî xebatên qanûn çêkirinê jî her tim bi gel re bû.

* HDK’ya ku ji bo hemû kesimên kêmar û yên din ên li Tirkiyeyê bîne gel hev hat rêxistinkirin, bo pêvayoja pêş de rolekî aktîf hilgirt û ji bo peywira xwe yî “muxalefeta civakiyî” pêk bîne dê ji nû ve bê vesazkirin.


* Koma HDP'ê ya Meclîsê ji bo têkîldarî serdema nû ya meclîsê nexşerêya xwe diyar bike li meclîsê kom dibe. (13.00)

JIN

* Şaredariya Akdenîzê hewl dide ku keda jinê ya ku nayê dîtin bi pergala hevserokatiyê ji nav çar dîwaran derxe. Ji bo jin berên xwe yî ku bi derfetên xwe hildiberînin berpêş bikin û bifiroşin, “Bazara Semtê ya Keda Jinê” vedike.

* KJA, di baregeha kampanyaya “Xwedî li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim” ya ku du meh berê dabû destpêkirin de, bi deh hezaran jinî re hevdîtin pêk anî û di van hevdîtinan de şerê li welat û tesîra wê ya li ser jinê nirxand.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN