DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Xarpêtê 15 herêm bo 6 mehan hatin qedexekirin

29 Îlon
22:17 2016

XARPÊT (DÎHA) – Walîtiya Xarpêtê, 15 herêmên cuda bo 6 mehan wek herêma ewleyiya leşkerî ya demborî hatin îlankirin.

Walîtiya Xarpêtê daxuyand ku 15 herêmên cuda yên li bajêr, ji 1’ê îlona 2016 heta 1’ê adara 2017 wek herêma ewleyiya leşkerî ya demborî hatiye îlankirin. Herêmên ku hatin qedexekirin ev in:” Zozanên Gort,l û Herbîte yên navçeya Alacakayayê, rojavayê Koçyîgîtlera Qereqoçanê, Zozana Başakê, rojhilatê Velkanê, herêma Çatiliyê, xeta çiyayên Gazdagî, Karaboga, zozana Delîktaşê, rojavayê Akpinarê, herêma girê Pîlavê, zozanên Haydar, AKdag, Deştîbotan yên navçeya Paloyê, herêma Goreseya-1 û Gorese-2 yên navçeya Aricakê.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN