Li Meletiyê Radyoya Ozgur Guneşê hat girtin
MELETÎ (DÎHA)-Radyoya Ozgur Guneşê a ku li Meletiyê weşana xwe dikir, KHK’ya ku di baregaha OHAL’ê hat derxistin wek hincet hat nîşandan û bi vî awayî radyo hat girtin.
Li Meletiyê, bi hinceta KHK’ya 668 nimreyî ya piştî îlankirina OHAL’ê hat derxistin, di nav gelek qenalên televîzyon û radyoyan ên ku weşana wan hat rawestandin û hatin girtin de, Radyya Ozgur Guneşê jî cih girt. Rayoya Ozgur Guneşê ya ku li Meletiyê bi piranî weşana xwe bi kurdî dike, di saetên êvarî de rastî serdegirtina polîsan hat. Polîsên ku bis er radyoyê de girtin weşana wê rawestandin û amûrêns ereke yên li radyoyê tomarkirin û deriyê avahiya radyoyê mohr kirin.
Hat zanîn ku radyo ev du sal e weşanê dike û heta niha ji aliyê RTUK’ê ve qet rastî ceza nehatiye.
(red)