DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Van TV jî hat mohrkirin

 
29 Îlon
21:36 2016

WAN (DÎHA)- Karmendên darayî yên li gel polîsan bi ser Van TV’yê de girtin, deriyê avahiya televîzyonê mohr kirin. Koordînatorê Hiştî yê Qenalê Serdar Altan diyar kir ku ew dê her li pêyî rastiyê bin da bigihînin gel û wiha got, “Bila ev jî bê zanîn ku em dê ji bo tu kesî nebêjin eywelle.”

Li Taxa Şabaniyeya Artemêta Wanê li gel polîsan karmendên darayî bi ser avahiya Van TV’yê ya ku duh weşana wê hat rawestandin de girtin. Li avahiya qanalê piştî lêgerîn û lêkolîna saetî, lîsteya hemû amûrên teknîkî yên qenalê hat tomarkirin û deriyê avahiyê hat mohrkirin. Her wiha di dema lêgerîn û sehîkirina li qenalê de, bo piştevaniyê gelek nûnerên STK’yan yên li bajêr serdana qenalê kirin.

'Em dê bo tu kesî nebêjin eywelle’

Koordînatorê Giştî yê Qenalê Serdar Altan diyar kir ku qenala wan bi awayekî derhuqûqî hatiye mohrkirin û wiha got, “Ev di açrçoveya konseptê de çerxek e. Bi vî awayî gelek qenalên televîzyonê hatin girtin. Bêyî ku biryarek bo me bê teblîx kirin, weşana me hat rawestandin. Pişt re jî hat mohrkirin. Em dê li dijî vê bi her awayî rawestin. Hemû hevalên me jî bi biryar in. Heta ji destê me bê di qada çapemeniyê de, dê helwdanên me hebin û em dê her rastiyê bigihînin gel. Bila ev jî baş bê zanîn em dê ji bo tu kesî nebêjin eywelle.”

Piştî daxuyaniyê, kedkarên qenalê bi yek dengî dirûşmeya “Çapemeniya azad bêdeng namîne” berz kirin.


(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN