Deriyê Denge TV’yê hat mohrkirin
ÊLIH (DÎHA) – Denge TV û Bîrlik Medya TV’ya li li Êlihê weşana xwe dikirin, polîs û karmendên darayî bi ser avahiya wan de girtin û deriyê avahiyê mohr kirin.
Denge TV’ya ku li Êlihê weşana xwe dikir û ekrana wê bi KHK’yê hat reşkirin, polîs û karmendên darayî bi ser avahiya wê de girtin û piştî hejmar û lêgerîna du saetan deriyê avahiya televîzyonê mohr kirin. Karmendên darayî li avahiya televîzyonê amûrên sereke û ekîpmanên teknîkî tomar kirin û li gel vê li ser deriyên studyo, montaj û depoyan nivîsa RTUK’ê biryara girtinê li ser deriyan xistin û mohr kirin. Her wiha weşana zindî ya qenalê jî hat desteserkirin.
Serokê Koma Nûçeyan ê Denge TV’yê Nasir Sevîm li dijî van pêkûtiyan bertek nîşan da û got ji bo televîzyona wan dubare weşana xwe bike ew dê serî li rêyên huqûqî bidin. Her wiha Sevîm diyar kir ku weşana wan î li ser înternetê jî hatiye rawestandin û got, piştî karên teknîkî ew dê dubare li ser înternetê weşana xwe bikin.
Her wiha li Êlihê, karmendên darayî deriyê Bîrlîk Medya TV’yê jî mohr kirin.
(red)