Opreasyonên serdegirtina malan hatin şermezarkirin
29 Îlon
19:10
2016
MÊRSÎN (DÎHA) – Li Mêrsînê serdegirtina malên endamên ESP û SGDF’ê yên li Edeneyê hat şermezarkirin.
Rêxistina ESP’ê ya Mêrsînê, li avahiya ÎHD’ê têkildarî di serdegirtina malan ên endamên xwe û binçavkirina wan bo çapemeniyê daxuyanî da. Endamên ÎHD û HDP’ê jî beşdarî civînê bûn. Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yekbûn Kartal daxuyanî xwend. Kartal demildest daxwaza berdana kesên hatine binçavkirin kir û wiha got, “Qesr bi OHAL û KHK’yan bi binçavkirin û girtinan êrîşî xaziyên Pirsûsê dike. Em dê ne ber dîktatoriya Qesrê û AKP’ê serî netewînin. Dê têkoşîna mey î edlatê ya bo Pirsûs û hemû komkujiyan bidome.”
(red)