DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi ser Van TV de girtin - HATE NÛKIRIN

 
29 Îlon
16:45 2016

WAN (DÎHA)- Van TV’ya ku piştî weşana wê hat rawestandin, li gel karmendên darayî polîsên sivîl yên ku bi ser wê de girtin, weşana televîzyonê ya li ser înternetê qut kirin.

Polîsên sivîl yên ku li gel armendên darayî, bi ser Van TV’ya ku li ser TURKSAT’ê weşana wê hat rawestandin de girtin, weşana televîzyonê ya li ser înternetê jî qut kirin. Polîs û karmendan paşê amûrên teknîkî yên li qenalê jî tomar kirin.

Li hundirê avahiyê hîn jî polîs û karmend rawestiyane û hat diyarkirin ku dê deriyê TV’yê bê mohrkirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN