DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çalişkan: Ew îradeya gelê kurd nasnekin gel îradeya wan qet nas nake

 
29 Îlon
16:41 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Serokê Giştî yê Genel-Îş a DÎSK'ê Remzî Çalişkan li gel xebatkarên şaredariya Cizîrê civîn pek anî. Çalişkan di civînê de axivî û diyar kir ku ew ê qeyûmên AKP'ê nas nekin û li hemberî qeyûman li şaredariyan de xebatên xwe berdewam bikin.

Serokê Giştî yê Genel-Îş a DÎSK'ê Remzî Çalişkan û berpirsyarên DÎSK'ê yên herêmê li gel xebetkarên şaredariya Cizîrê li avahiya Bazirganî û Sanayiyê a navçeyê civîn li dar xist. Di civînê de gelek xebatkarên şaredariyê û berpirsyarên DÎSK'ên herêmê amade bûn. Çalişkan di civînê de axıvî û got: "Desteserkirina şaredariyên DBP'ê li dijî îradeya gel. Em dibînin ku bi tayînkirina qeyûman hemû avahiyên şaredariyan hatine dorpêçkirin. Ev jî dide diyarkirin ku desteserkirina îradeya gel çiqas bê ehlaqî ye."

'Dê kurd carek din şaredariyên xwe qezenc bikin'

Çalişkan bal kişad ser qeyûmên AKP'ê û axftina xwe wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê herî zêde dikare vî gelî 3 mehan an jî salekê rêve bibe. Ji ber ku ev bê hiquqiya li hemberî gelê kurd hatî kirin nayê qebûlkirin. Dîsa hilbijartin çêbe ew ê kurd carek din şaredariyên xwe bi dest bixin."

'Em ê li hemberî ne naskirina vîna gel bê deng nemîn'

Çalişkan bilêv kir ku ew ê wek serokên DÎSK'ê li hemberî desteserkirina şaredariyan bêdeng nemînin û pêde çû: "Em ê li hemberî nenaskirina îradeya gel bêdeng nemînin û em ê her qadê çalakiyên xwe pêk bînin. Xebatkarên me dê ji bo gelê xwe xebatên xwe bimeşînin û dê li hemberî qeyûmên AKP'ê li ber xwe bidin. Ew îradeya gelê kurd nas nekin gel îradeya wan qet nas nake"

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Piştî civînê Çalişkan û heyata pêre çûn serdan mamosteyên Egîtîm Senê. Piştî ziyareta Egîtîm-Senê jî Çalişkan li gel heyetê derbasî Dêrgûlê bû.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN