Li Denge TV niha jî lêkolîna mohrkirinê pêk tê
29 Îlon
16:32
2016
ÊLIH (DÎHA) - Piştî reşkirina ekranên Denge TV jî karmendên maliyê ji bo mohrkirinê hatin TV’yê û ji bo mohrkirinê niha li hûndir lêkolînê pêk tînin.
Di çarçoveya Biryara di Hûkmê de Qanûn (KHK) di nav 10 televîzyonên hatin girtin de Denge TV jî ya li Êlihê weşanê dike heye. Piştî reşkirina Denge TV biryara desteserkirin û mohrkirinê jî hat dayîn. Karmendên Maliyê ji bo mohrkirina Denge TV hatin avahiyê û biryara mohrkirina derî dan xebatkarên televîzyonê.
Piştî nîqaşa di navbera rêveberiya Denge TV û karmendên Maliyê de derbas bû, karmend niha li avahiya Denge TV lêkolînê pêk tînin.
(bg)