Qeyûmê nayê şaredariyê fermanan dibarîne
MÊRDÎN (DÎHA) - Ergun Baysal ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê kirin, meclîsa şaredariyê bê bandor hiştiye û biryaran bi tena serê xwe digire.
Ergun Baysal ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê kirin, tenê roja yekem hat şaredariyê û jibilî wê berê xwe qet nedaye şaredariyê. Qeyûmê ku tenê hevşeradar na, endamên meclîsa şaredariyê jî bêbendor kiriye nayê avahiya şaredariyê û biryaran bi tena serê xwe digire.
Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî di çarçoveya xebatên xwe de ji bo ku pirsgirêkên navçeyê çareser bikin bi komîsyonên ava kirine ve diçin serdana malbatan. Li aliyê din endamên meclîsa şaredariyê ku li avahiya DBP'ê tên gel hev û li vir ji bo pêdiviyên welatiyan bi cih bînin têdikoşin.
(sa)