Serokê CHP'î: Niha dema dema derketina ser tangan e
ÎZMÎR (DÎHA) - Şaredarê CHP'î yê Seferihisarê Tunç Soyer, beşdarî çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman da û wiha got: "Esil niha li dijî darbeyê dem dema derketina ser tangan e."
Hêza Demokrasî û Kedê ya Îzmirê têkildarî tayinkirina qeyûma 25 şaredariyên DBP'ê li Sumerbanka Berêya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyede endam, rêveber û nûnerên DÎSK, KESK, TMMOB, HDP, HDK û parêzerên mafên mirovan amade bûn. Di civînê de Şaredarê CHP'î ye navçeya Seferihisar Tunç Soyer jî amade bû. Di çalakiyê de pankarta "Qeyûm darbe ye, Em teslîmî OHAL'ê nabin" hat vekirin û dowîzên wekî "Em bîatê yek tengî nakin" rakirin û "Dest nede şaredariyên me" û "Ji faşîzmê re înat bijî heyat" berz kirin. Komê qasî nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştre Şaredarê CHP'î Tunç Soyer, diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'e Tîrmehê OHAL hat îlankirin û wiha got: "Yên tirkiye bi rêve dibin hiqûqê nas nakin. Qeyûm nenaskirina gel e. Hevşaredar xizmetê didin gel. Ji ber vê yekê jî divê hesap bidin gel. Divê gel hesap ji wan bipirse. Di zanonan de teqez cihê qeyûmê tune ye. Tayînkirina qeyûmê ji destgirtina serdestiya gel e. Bi tayînkirina qeyûmê vîna gel ji destê gel tê derxistin. Nenaskirina gel e. Li dijî hiqûq, zagon û mafên mirovan e. "
Soyer, destnişan kir ku tayînkirina qeyûmê Tirkiye ji aştî, aramî, demokrasî û edaletê dûr dixe û wiha go: "Ji kijan partiyê bê hilbijartin bila bê hilbijartin, ji peyvirgirtina şaredaran û darizandina şaredaran bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê esil niha gel li dijî qeyûmê derkeve ser tangan û bertekên xwe bîne ziman. "
Piştî axaftina Şaredarê CHP'î Soyer Serokê Herêma Egeyê yê DÎSK'ê Memiş Sari daxuyanî da. Memiş, anî ziman ku piştî ilana OHAL'ê Tirkiye bi hiqûqa darbeyê bi rêve diçe û têkoşîna vê yekê bi berxwedanê pêkan e. Sari, da zanîn ku tayînkirina 25 şaredariyên DBP'ê ya bi qeyûmê li dijî demokrasî û hiqûqê ye û wiha got: Hin kesên ku cîgirên walî, qeymeqam û cerdevan bin, nikarin bibin şaredar."
Sansura li çer çapemeniyê nayê qebûl kirin
Sari, herî dawî destnîşan kir ku girtina televîzyonên wekî Hayatın Sesi, Azadi TV, Jiyan TV, Van TV, TV10 û Zarok TV bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha bi dawî kir: "20 televizyon û radyo hatin girtin. Ev biryar bi tu awayî nayên qebûlkirin. Partiya siyasî û îktîdar dixwaze bi KHK'yan Tirkiye li gorî xwe bi rêve bibke. "
(mae)