Guleya li serê Çakir ket nehat derxistin
WAN (DÎHA) – Li Payîzavayê guleya polîsan a ku li serê Îyeç Çakir ê di wesayîtê de bû ket nekarîn derxin.
Li navçeya Payîzava ya Wanê welatiyê bi navê Îyeç Çakir ê ku bi wesayîtê diçî mala xwe ya li taxa Saçaxê ya navçeya Elbakê ji aliyê polîsan ve hatibû gulebarankirin. Rewşa Îyeç giran e û xetereya wî ya jiyanê didome. Çakir ê li Nexweşxaneya Lokman Hekîm a Taybet a Wanê tê dermankirin ligel ku hate emeliyatkirin jî guleya li serê wî ketibû nekarîn derxînin.
'Ji bo em neyên kuştin divê em li çiya bin'
Apê Çakir, Haydar Çakir diyar kir ku rewşa Çakir giran e û wiha axivî: "Hate emeliyatkirin lê guleya di serê de nekarîn derxînin. Rewşa wî cidî ye. Em pir xemgîn in. Xwedê bela xwe bide hikûmeta ku ev peywir daye polîsan. Di rê de gulebarankirina wesayîtê tê çi wateyê. Ma ji ber ku em kurd in bi vî rengi nêzîk dibin. Ji bo em kurd neyên kuştin divê em li çiya bin. Dema ku fersendê dibînin dikujin. Li kû derê me dibînin dikujin. Tekane sûcê me ew e ku em kurd in."
'Tu hêviyên me ji hiqûqê tunebe jî em ê pêvajoyê bidin destpêkirin'
Çakir anî ziman ku ew ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û wiha berdewam kir: "Em li welatê ku polîs xwedî hemû rayeyê ne hêviya me tunebe jî em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin."
Dayika Çakir, Leyla Çakir jî wiha got: "Bila zarokên Erdogan ê ku ew raye daye polîsan jî bila bimirin ku dibe ku ew jî êşa me hinekî fêm bike."
(sa)