Li Sêrtê 9 kes hatin girtin
SÊRT (DÎHA) - Li Sêrtê ji 12 welatiyên di 3’yê îlonê de hatibûn binçavkirin ji wan 9 kes hatin girtin.
Li Sêrtê di 3’yê îlonê de di serdegirtinên malan de 12 kes hatibûn binçavkirin. 12 kêsên binçavkirî piştî 27 rojan ji midûriyeta polîsan derxistin edliyê. 12 kesê bi îdaya “Endamê rêxistinê ne” hatibûn binçavkirin piştî kar û barên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê 3 kes serbest hatin berdan û 9 kes jî bi îdaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin.
9 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
(bg)