DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mêrsînî xwedî li radyoya xwe derketin

 
29 Îlon
14:45 2016

MÊRSİN (DÎHA) - Guhdarên Radyo Sesê ya li Mêrsinê weşanê dike li hemberî mohrkirina radyoyê nerazîbûn nîşan dan û bi gotina "Em li cem radyoya ku dengê me ye ne" xwedî li radyoya xwe derketin.

Guhdarên Radyo Sesê ya li Mêrsînê weşanê dike yek ji 20 radyo û televîzyonên ku di çarçoveya KHK'an de hate girtin exwedî li radyoyên xwe derketin. Guhdarên radyoyê destnîşan kirin ku ew li cem radyoya xwe ne.

Ji guhdaran Serhat Sonmez diyar kir ku Radyo Ses a ku 22 sal in weşanê dike dengê wan e û wiha got: "Em li cem Radyo Ses a ku dengê me ye ne."

'Bû ronahî'

Ji guhdarên radyoyê Orhan Engîn jî anî ziman ku Radyo Ses li dijî polîtîkayên qirkirinê yê dewletê ronahiyek e û wiha axivî:" Bi pêkûtî û girtinan ve nikarin dengê me qut bikin." Engîn xwest hemû kes xwedî li radyoyê derkevin.


Cafer Yildirim jî anî ziman ku Radyo Ses li Mêrsînê radyoya yekem a ku bi pir zimanî weşanê dike ye dewlet bi vî biryarê ve tehamûlî dengên cuda nake. Yildirim anî ziman ku ew ê li dijî pêkûtiyan bi radyoya xwe re bin.

Welatiyê bi navê Cihan Aslan jî diyar kir ku ev pêkanînekî nedemokratîk e û wiha got: "Ji bo radyoya me çi pêwîst be em ê bikin, pêwîst bike em ê bi şev û roj li ber deriyê radyoya xwe razên."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN