'Girtina Tv10 û Jiyan Tv qedeya bawerî û ziman e'
DERSIM (DÎHA) – Gelê Dersimê bertek nîşani girtina qanalen TV10 û Jiyane dan û diyar kirin ku qanalên hatin girtin qutkirina dengê û qedexeya baweriya gelan e. Dêrsimiyan destnişan kirin ku girtina televîzyonan nîşaneya êrîşen din ên li dijî deng û baweriyan e.
Îktîdara AKP’ê piştî civina Lijneya Ewlehiya Neteweyî der barê 20 radyo û televizyonan de biryara girtinê da. Piştî biryara girtina televîzyon û radyoyan, bertek û nerazîbûn jîzêde dibin. Di nava televîzyonên hatin girtin de Tv10 ku dengê civaka elewî û Jiyan Tv û dengê civaka dimilî ye jî hatin girtin. Gelê elewî yê Dêrsime bertek û nerazibûn nîşanî girtina qanala Tv10 dan û JÎYAN TV dan û diyar kirin ku bi girtina van qanalan xwestin deng û baweriya elewiyan qut bikin û tune bikin.
Welatiyên Dêrsime Hıdır Alparslan, diyar kir ku ew girtina dengên muxalif rast nabîne û ev raste rast êrîşa demokrasiyê ye. Alparslan, anî ziman ku bi taybetî girtina TV10 qedexeya baweriya elewiyan e û wiha got: “Divê bi lezgîn Tv10 dîsa bê vekirin.
Weşangerê Pêrtagê Muslum Karukuş jî anî ziman ku girtina Tv10 qutkirna dengê gelê elewî yê li Tirkiye ye û wiha got:”Bi girtina qanalên tv yan Tirkiye nagêje encamê. EV nişan dide ku dê li Tirkiye zext tundî bidome.
Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk Dursun Demîrtaş jî diyar kir ku îktîdara AKP’ê dixwaze hemû dengên muxalif qut bike û got: “AKP û îktîdara qesrê dixwaze hem^udengê li dijî xwequt bike. Dixwaze hemû baweriyên muxalif qedexe bike. Hişmendiya dengê tv û radyoyan qut dike hişmendiya ku bi sedan salan dengê gelan qut dike û înkari dimeşîne ye.
Hevseroka DAD’ê Ayten Şîmşir diyar kir ku bi girtina TV10’e dengê heqîqetê hatiye girtin û ev yek berhema zilmê ye.
Esnafê Dêrsime Haydar Gul jî anî ziman ku girtina Tv10 jî anî ziman ku girtina tv 10 naye qebûl kirin û ew dê têkoşînê bidin.
Esnafê bi navê esnaf Cihan Hoşoglu jî anî ziman ku girtina Jiyan Tv û qanalên din dengê wan e û bi girtina qanalan deng û baweriya wan qedexe bûye û ew detu carî vê yekê qebûl nekin.
Pêşkêşvanê Jiyan TV jî Kemal Karabulut jî anî ziman ku girtina televîzyonan înkara bawerî û zimanan e û ew vê yekê qebûl nakin.
(mae)