Doza xebatkarên Ozgur Gundemê hat taloqkirin
STENBOL (DÎHA) - Doza xebatkarên Ozgur Gundemê yên bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin taqolî 22'yê mijdarê bû.
Doza Hevgerînendeyê Weşanê yê Giştî yê berê Huseyîn Aykol û Eren Keskîn, Mirûra Karên Nivîsan a berê Reyhan Çapan, nivîskar Aşye Berktay, rojnamger Reyhan Hacioglu û ji parêzerên OH'D'ê Nuray Ozdogan ên ku îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin li 14'emîn DAdgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Aykol, Çapan û Ozdogan û parêzerên wan li danişînê amade bûn, gelek rojnamgeran jî doz şopandin.
Aykol ewil axivî û sûcdarkirin qebûl nekir û got ku ew îfadeya xwe ya li dozgeriyê dubare dike.
Parêzer Senem Dogan jî xwest muwekîlên wê di danaşînan vareste bên girtin. Dozger ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin xwest doz bê taloqkirin.
Heyeta dadgehê jî biryara bersûc ji danişînan varestê bên girtin da û doz taloqî 22'yê mijdarê kir.
(sa)