Endamê RTUK’ê: Girtina televîzyonan ya nîvê şevê darbe ye
ENQERE (DÎHA) - Piştî civîna MGK’e di çarçoveya xala 668’an a OHAL’ê de bi 20 televîzyonên ku piraniya wan kurdî weşanêdike hatin girtin. Endame RTUK’ê Ersîn Ongel bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev darbe ye.
Îktîdara AKP’ê, piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê de li ser daxwaza Serokomar Erdogan, di 21’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û bi îlana OHAL’ê û biryarên KHK’e re dijberî sazî, dezgeh û rêxistinên demokratîk êrîş li ser êrîşan pêk hatin. Herî zede saziyen çapemeniye para xwe ji van êrîşên hikûmetê girt. Di çarçoveya OHAL’ê de bi dehan rojname, tv, radyo hatin girtin. Heri dawî Lijneya Ewlehiya Neteweyî piştî duh kom bûn û piştî civînê der barê 20 televîzyonên ku piraniya wan kurdî weşanê dikin biryara girtinê hat dayîn. Şevêdin 20 televîzyonên tu piraniya wan kurdî weşanê dikin hatin girtin. Di çarçoveya xala 668’an KHK’ê yên OHAL’ê de darbe pêk hat. –Li Tirkiye Zarok Tv yekemîn qanala kurdî ya zarokan bû. Azadî Tv, Van tv qanalen herêmî yên kurdîb ûn. Jiyan tv, televizyona zaravaye kurdî yê dimilkî bû. Di navde Azadi, Jiyan, Denge TV, Hayatın Sesi, Van TV û radyoyen wekî Yon Radyo, Mersin SES, Radyo Dunya bi giştî 20 radyo û tv hatine girtin.
'Darbe ye'
Têkildarî girtina televîzyonan Endame RTUK’ê Ersin Ongel diyar kir ku biryara girtina televîzyonan a şev nîvê şevê darbe ye û wiha got: “Ev weşanên ku hatin girtin dem dem ji ber naveroka weşanê rasti ceza hatin. Lê piştî biryarên KHK’ê û OHAL’e RTUK’ê der barê wan de biryara girtinê da. Girtina van radyo û televizyonan darbeya li dijî azadiya çapemeniyê ye. Hikûmet dixwaze li Tirkiye hemû medya muxalif bêdeng bike. Li Tirkiye êdî gotin xelas dibe. Biryara der barê girtina van qanalen tv û radyoyan bêyî agahiya endamên RTUK’ê pêk hatiye. Êdî wateya hebûna rêveberiya RTUK’ê nema ye. Girtina van qanal û radyoyan li dijî hiqûqêye. Balkêş e hemû qanal û radyoyên hatin girtin hemû yên kurdî û umxalif in. Ev biryarek li dijî denge herêmî û kurdî ye. Tirkiye di peymana Yekitiya Ewropa ya 2002’an de bi awayekî fermî azadiya çapemeniye kiribûn ewlehiya zagoni. Lê te xuyakirin ku ev zagon û peyman li be çavan naye girtin. Zarok TV yekane qanala kurdî ya bi zimanê zikmakî weşanê dike. Girtina ve qanalê li dijî peymana NY’ê ye. Girtina Zarok Tv nişan dide ku ji krîterên NY’ê dûr dikeve.
(mae)