DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Radyo Ses: Ji rastiyan ditirsin

 
29 Îlon
10:54 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez têkîldarî mohrkirina deriyê radyoyê nirxandina "ji rastiyan ditirsin. naxwazin bê weşandin" kir.

RTUK'ê 12 televîzyonên tu di nav de Hayatin Sesî, TV 10, Van TV, Jiyan TV, Azadî TV, Zarok TV jî hene piştî ku girt deriyê Radyo Ses a li Mêrsînê weşanê dike jî hat mohrkirin.

Li Edeneyê jî polîsan bi ser Radyo Dunya de girtin û li radyoyê lêgerîn hê jî didome.

'Naxwazin rastî bigîhijin gel'

Xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez diyar kir serî sibehê saet di 07.00'an de dema ku hatine radyoyê dîtine ku deriyê radyoyê hatiye mohrkirin û wiha axivî: "Duh heta saet di 21.30'an li radyoyê bûm. Ev biryar di 22'yê tîrmehê de hatiye girtin lê tu teblîfat heta niha nehatiye kirin." Olmez bilêv kir ku duh bi şev piştî ku deriyê radyoyê hatiye şikandin weşan hatiye rawestandin û sedema girtina radyoyê nizanin.

Olmez anî ziman ku ev demeke dirêj e li dijî çapemeniya azad êrîş heye û nayê xwestin ku rastî bigihîje gel. Olmez a nirxandina "naxwazin raştî bê weşandin" kir wiha berdewam kir: "Ji bo vê yekê jî rojnameger tên girtin, televîzyon tên girtin, radyo tên girtin."

'Em ê dengê xwe bigihînin'

Olmez a gotina "em li welatekî wisa dijîn ku dema ku rastî tênv egotin an te digirin an jî rojnameya te digirin, ger radyo be weşane te tê rawestandin" bi kar anî got ku ji bo careke din weşana xwe bidomînin çi ji destên wan tê bikin hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin dengê xwe bigihînin gel.


Parêzedê radyoyê Alî Bozan jî anî ziman ku serê sibehê ji biryarê agahdar bûne, bi derî şikandin û mohrkirina radyoyê hiqûqî nîne. Bozan got ku KHK bi awayeke kêfî tên bikaranîn.

Bozan destnîşan kir ku ew ê bi RTUK'ê re bikevin têkîliyê û wiha axivî: "Ji bo ku radyo careke din dest bi weşanê bike çi ji destê wan bê dê bikin. Dewlet gelo naxwaze ku nehiqûqiyên ku dike ji aliyê derûdorên cuda ve bê bihistîn? Nehiqûqiya li hemberî çapemeniya muxalîf vî tîne hişê mirovan."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN