'Peyama Ocalan wekî nêrdewana bibe çareseriyê ye'
STENBOL (DÎHA) - Ciwanên ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a piştî hevdîtina bi birayê xwe re da nirxandin diyar kirin ku divê rayedan peyamê baş binirxînin û wiha gotin: "Peyam wekî ku nêrdewana dikare bibe çareseriyê ye."
Ciwanan peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan ve parve kir nirxandin. Ji xwendekarên Zanîngeha Arelê Ridvan Ozturk bal kişand li ser pêşniyarên Ocalan ên ji bo aştiyê û wiha got: "Li welatê ku her roj bi dehan mirov tên kuştin ciwan ji bo aştiyeke bi rûmet, Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk ava bike azadkirina rêbertiyê wekî berpirsyariyekî rêxistinê digire dest."
'Divê ciwan peyamê baş fêm bikin'
Ozturk bilêv kir ku ji rewşa şer a li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi demokrasiya radîkal ve derketin pêkan e û ev di perspektîfa Ocalan heye û wiha berdewam kir: "Riya ku divê bê şopandin ji bo me zelal e, Rêberê azad, KUrdistana azad, Tirkiyeya demokratîk e. Di vî noqteyê de divê hemû gel û ciwan daxwaza birêz Ocalan a aştiyê baş fêm bikin, wateyê bidin ji AKP'ê û îxtidira Erdogan re di çarçoveya mutabaqatê de partiyên ku hatine cem hev re baş vebêje."
'Em ê aştiyê pêk bînin'
Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ulaş Alankuş jî anî ziman ku divê hevdîtina bi Ocalan re wekî destkeftiya greva birçûbînê bê dîtin, dewlet ji belavbûna grevên birçîbûnê tirsiyaye. Alankuş wiha axivî: "Pêşniyarê ku Ocalan berî anîbûn ziman û pêşdîtinên wî çawa li Tirkiye û Kurdistanê piştrast bûn derket holê. Divê hevdîtinên aştiyê carake din dest pê bike û koma ku li meclîsê bê avakirin biçe cem Ocalan." Alankuş bilêv kir ku çi dibe bila be ew ê aştiyê pêk bînin.
'Em ê bi perspektîfa Ocalan ji rewşa darbeyê derkevin'
Xwendekarê bi navê Denîz Fîdan jî got ku rêveberiya bi vî rengî dê demdirêj nebe hikûmetak ku guh nade dengê gel dawiya wî tê wateya ku nêzîk bûye. Fîdan diyar kir ku bi peyama ku Ocalan daye ve derket holê ku kî bi berpirsyarî nêzîk dibe derdikeve holê, em ê aştiyê bi dest bixin. Fîdan da zanîn ku ew ê bi perspektîfa Ocalan ve ji rewşa darbeyê derkevin.
'Aştiya bêyî rêbertî aştiya derewîn e'
Ciwanê bi navê Omer Bozdag jî nirxandina "Aştiya bêyî rêbertî aştiya derewîn e" kir got ku Ocalan bi projeyên xwe ve gelek caran hewl daye ku dewlet gavan bavêje.
'Tenê pirsgirêka kurdan nîne'
Teknîkerê nexşeyê Nîhat Demîr jî xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û gavên ji bo aştiyê bên avêtin. Demîr anî ziman ku pirsgirêk tenê ya gelê kurd nîne pirsgirêka hemû Tirkiye û Rojhilata Navîn e bi têkoşîna hevpar ve ew dikarin rêberê xwe azad bikin û aştiyê pêk bînin.
Şîlan Ozhan jî diyar kir ku ev peyam di cih debû ji bo ku ev şer bi dawî bibe gaveke girîng bû. Ozhan anî ziman ku peyama Ocalan di riya ku diçe aştiyê de dê wekî nêrdewenekî be.
(sa)