Şerê esasî li girtîgehan tê jiyîn!
ENQERE (DÎHA) - Şerê li Kurdistanê û piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan binpêkirinê mafan zêdetir bû û rewşe girtiyên nexweş jî her diçe girantir dibe.
Salek zêditir e li dijî kurdan şerê ku didome û hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê li girtîgehan êrîş û pêkûtî jî zêdetir bûn. Bi hezaran girtiyên PKK'î hatin sirgunkirin, mafên wan hatin desteserkirin, rastî cezayên hucreyan hatin. Bi êrîş û pêkûtiyan re rewşa girtiyên nexweş jî girantir bûn.
Bi şer re binpêkirin zêdetir bûn
Li gorî daneyên rêxistinên civakî yên sivîl herî zêde binpêkirinên mafan li girtîgehên Tekîrdaf, Şakran, Kiriklar, Sîlîvriyê diqewime. Girtîgehên Tîpa R ên ku wekî bûne kampa temerkuzê ya girtiyên nexweş jî tecrîd û binpêkirin zêdetir dibe.
Name jî tên desteserkirin
Li girtîgehan pirsgirêka herî mezin tecrîd e jibilî vê yekê jî qedexekirina aktîvîteyên civakî, nedayîna rojname, pirtûk û kovaran û desteserkirina nameyên girtiyan e. Têkîkiliyên girtiyan bi derve re tê qutkirin cezayên ragihandinê tên dayîn name an tên desteserkirin an jîji aliyê Komîsyona Xwendina Nameyan ve dereng tê dayîn.
Ligel ku giştînameyekî Wezareta Dadê ya ji bo qedexekirina kovar û pirtûkan tunebe jî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hemû pirtûk, rojname û kovar hatin qedexekirin. Hevdîtina girtiyan bi hevalên xwe re hate qedexekirin hevdîtinên bi malbatan de ya ku hefteyê careke tê kirin derxistin du hefteyan ev jî ji aliyê gardiyanan ve tê astengkirin malbat tên tehdîdkirin.
Di binpêkirinan de girtîgeha pîlot: Tekîrdag
Herî zêde li Tgîrtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê binpêkirinên mafan diqewime wekî ku di warê binpêkirinan de girtîgehekî pîlot e. Li gorî agahiyên ji TUHAD-FED'ê jibilî tecrîdê, bi 80 girtiyên ku ji Girtîgeha Sîncanê hatin sirgunkirin ve qowişên ji 3 kesan pêk tên veguherîn qawişên ji 6, 9 û 10 kesan. Ji ber ku li girtîgehê kursî, mase, kevçî û kêr hatine qedexekirin girtî bi dorê xwarinê dixwin.
Li gorî agahiyên ku TUHAD-FED'ê daye li vî girtîgehê girtî dema sirgunê de hatine derbkirin ji 5 girtiyên ku cezaya muebetê girtine Suphî Îsmaîl ligel ku çîpekî wî tuneye jî daxwaza wan a klozetê hate redkirin.
Dîsa li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî pêkanînên kêfî hene û li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê jî zarok ji aliyê gardiyanan ve tên tehdîdkirin û nîzama leşkerî tê ferzkirin.
Hem nexweş e hem jî herdu milê wî tuneye
Rêveberiyên girtîgehan der barê rewşa girtiyên nexweş de jî tiştekî nakin û dibin sedema giranbûna nexweşiyan. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê girtiyê bi navê Ergîn Aktaş ji bo şert û mercan şermezar bike hefteyek e di grevê de ye.
'Dê hikûmet berpirsyar be'
Nûnerê TUHAD-FED'ê Mehmet Baytekîn têkîldarî binpêkirinan diyar kir ku dewlet piştî heqldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê bi vî psîkolojiyê ve berê xwe daye girtiye û girtîgeh wekî ku kiriye kampên temerkuzê. Baytekîn anî ziman ku ne ew ne jî partiyên siyasî nikarin agahiyeke zelal bigirin heke li girtîgehan rewşeke neyînê pêk bê dê berpirsyar Wezîrê Dadê, Serokwezîr, Serokomar û hikûmet be.
(sa)